Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûr 112
 - 1
 - Pesnê Xudan bidin!
Xwezî bi wan ku ji Xudan ditirsin,
Bi emrên wî gellek dilşa dibin! - 2
 - Wê nîjada wan li rûyê erdê hêzdar be,
Wê nîjada rastan pîroz be. - 3
 - Wê mala wî di firehî û dewlemendiyê de be,
Rastdariya wî her û her bimîne. - 4
 - Ji bo rastan di tariyê de ronahî dertê:
Ew dilovan, keremdar û rastdar e. - 5
 - Xwezî bi wî ku destfireh e û deyn dide,
Ew karên xwe bi dadperwerî dike! - 6
 - Ew tu car naleqe,
Yê rastdar her û her tê bibîranîn. - 7
 - Ew natirse ji xebera xerab,
Bi Xudan ewledar e, dilê wî bêleq e. - 8
 - Ew mêrxas e, natirse,
Di dawiyê de, têkçûna dijminên xwe dibîne. - 9
 - Wî belav kir, wî da hejaran;
Rastdariya wî her û her dimîne,
Qiloçê wî bilind dibe. - 10
 - Yê xerab, vê dibîne, aciz dibe,
Diranên xwe diqirçîne, dihele, diqede.
Daxwaza xeraban tune dibe. 

