Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Çend Gotinên Îsa li ser Gunehkirin, Lêbihûrtin û Bawerkirinê
 - 1
 - Îsa ji şagirtên xwe re got: «Nabe ku sedemên jirêderketinê neyên. Lê belê wey li wî mirovê ku ew sedem bi destê wî bên.
 - 2
 - Ji dêla ku ew yekî ji van biçûkan ji rê derxe, wê ji wî re çêtir be ku beraşek bi stûyê wî ve bê girêdan û ew bê avêtin nav deryayê.
 - 3
 - Hay ji xwe hebin. Gava birayê te li hember te guneh bike, dengê xwe lê hilde û eger ew tobe bike, hingê lê bibihûre.
 - 4
 - Eger ew di rojê de heft caran li hember te guneh bike û heft caran li te vegere û bêje: ‹Ez tobe dikim›, hingê divê tu lê bibihûrî.»
 - 5
 - Şandiyan* ji Xudan re got: «Baweriya me zêde bike.»
 - 6
 - Û Xudan got: «Eger baweriya we wek libeke xerdelê jî hebûya, weyê ji vê dara tûyê re bigota: ‹Ji ra* ve rabe û xwe di deryayê de biçikilîne!› Û wê bi ya we bikira.
 - 7
 - «Kî ji we, xulamekî wî yê şivan an cotkar hebe, gava ew ji zeviyê vegere malê, wê jê re bêje: ‹Hema were û li ser sifrê rûne?›
 - 8
 - Ma ew di şûna vê de ji wî re nabêje: ‹Rabe, pişta xwe girêde, heta ku ez bixwim û vexwim xizmeta min bike û paşê tu jî bixwe û vexwe?›
 - 9
 - Û ji bo ku wî ew tiştên ku li wî hatibûn emirkirin anîn cih, ma ewê spasiya xulam bike?
 - 10
 - De îcar hûn jî, çaxê we hemû tiştên ku li we hatine emirkirin anîn cih, bêjin: ‹Em xulamên bêkêr in; me ew karê ku li ser me deyn bû, kir.›»
 - Paqijkirina Deh Mirovên Kotî
 - 11
 - Gava Îsa diçû Orşelîmê, ew di navbera Samerya* û Celîlê re dibihûrî.
 - 12
 - Û gava ew ket gundekî, deh zilamên kotî*, ku ji dûr ve sekinî bûn, rastî wî hatin.
 - 13
 - Û wan bi dengekî bilind got: «Ya Îsa, ya Hosta, rehmê li me bike!»
 - 14
 - Gava wî ew dîtin, wî ji wan re got: «Herin û xwe nîşanî kahînan bidin!» Û çaxê hê ew diçûn, ew ji kotîbûna xwe paqij bûn.
 - 15
 - Îcar gava yekî ji wan dît ku ew sax bûye, vegeriya û bi dengekî bilind pesnê Xwedê da.
 - 16
 - Wî li ber lingên Îsa xwe deverû avêt erdê û spasiya wî kir. Ew yekî Samerî* bû.
 - 17
 - Îsa lê vegerand û got: «Ma ne her deh hatine paqijkirin? Ka her nehên din li ku derê ne?
 - 18
 - Ma ji viyê xerîb pê ve kesek venegeriya, ku navê Xwedê bilind bike?»
 - 19
 - Hingê Îsa jê re got: «Rabe ser xwe û here! Baweriya te tu xilas kirî.»
 - Hatina Padîşahiya Xwedê
 - 20
 - Carekê Fêrisiyan pirs ji Îsa kirin û gotin: «Padîşahiya Xwedê wê kengê bê?» Wî li wan vegerand û got: «Padîşahiya Xwedê wê ne wusa bê ku mirov bikare temaşeyî wê bike.
 - 21
 - Ne jî mirov wê bêje: ‹Va ye, li vê derê ye!›, an jî: ‹Wa ye, li wê derê ye!› Çimkî Padîşahiya Xwedê di nav we de ye.»
 - 22
 - Û Îsa ji şagirtan re got: «Roj wê bên ku hûnê bêriya dîtina rojeke ji rojên Kurê Mirov bikin, lê hûn nabînin.
 - 23
 - Wê ji we re bêjin: ‹Va ye, li vê derê ye› an: ‹Wa ye, li wê derê ye!› Lê neçin û bi pey wan nekevin.
 - 24
 - Çimkî çawa birûsk ji aliyekî ezmên ve birq dide û heta bi aliyê din ronahiyê dide, Kurê Mirov jî wê di roja xwe de wusa be.
 - 25
 - Lê divê ew pêşî gelek êşan bikişîne û ji aliyê vî nifşî ve bê redkirin.
 - 26
 - Çawa di rojên Nûh* de dibû, wusa jî wê di rojên Kurê Mirov de bibe:
 - 27
 - Heta roja ku Nûh ket gemiyê mirovan dixwar, vedixwarin, jin dianîn û mêr dikirin. Hingê tofan rabû û hemû helak kirin.[a]
 - 28
 - Di rojên Lût* de jî wusa bû: Mirovan dixwar, vedixwarin, dikirrîn, difirotin, diçandin û ava dikirin.
 - 29
 - Lê roja ku Lût ji Sodomê derket, ji ezmên agir û kewkurt barî û hemû helak kirin.[b]
 - 30
 - Ew roja ku Kurê Mirov xuya bibe jî, wê wusa be.
 - 31
 - Wê rojê ewê ku li ser banî be û tiştên wî di hundir de bin, bila ji bo ku wan hilde, neyê xwarê û ewê ku li nav zeviyê be, bila ew jî venegere!
 - 32
 - Jina Lût* bînin bîra xwe![c]
 - 33
 - Kî bixebite ku jiyana xwe biparêze, ewê wê winda bike; lê kî ku jiyana xwe winda bike, ewê wê xilas bike.
 - 34
 - Ez ji we re dibêjim: Di wê şevê de du kes wê di nav nivînekê de bin; yek ji wan wê bê birin û yê din bê hiştin.
 - 35
 - -36 Du jin wê bi hev re li ser destar bin, yek ji wan wê bê birin û ya din wê bê hiştin.»[d]
 - 37
 - Wan lê vegerand û gotin: «Ya Xudan, ma ev wê li ku derê bibe?» Wî jî ji wan re got: «Kelaş li ku derê be, teyrên kelaşan jî wê li wê derê bicivin.»
 
- a. 17:27 Destpêkirin 6-8
 - b. 17:29 Destpêkirin 19
 - c. 17:32 Destpêkirin 19:23-26
 - d. 17:35 Di hin destnivîsaran de ev jî heye: «Dido jî wê li nav zeviyê bin, yek ji wan wê bê birin û yê din wê bê hiştin.»
 

