Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Çend Gotinên Îsa li ser Gunehkirin, Lêbihûrtin û Bawerkirinê 
1
Îsa ji şagirtên xwe re got: «Nabe ku sedemên jirêderketinê neyên. Lê belê wey li wî mirovê ku ew sedem bi destê wî bên.
2
Ji dêla ku ew yekî ji van biçûkan ji rê derxe, wê ji wî re çêtir be ku beraşek bi stûyê wî ve bê girêdan û ew bê avêtin nav deryayê.
3
Hay ji xwe hebin. Gava birayê te li hember te guneh bike, dengê xwe lê hilde û eger ew tobe bike, hingê lê bibihûre.
4
Eger ew di rojê de heft caran li hember te guneh bike û heft caran li te vegere û bêje: ‹Ez tobe dikim›, hingê divê tu lê bibihûrî.»
5
Şandiyan* ji Xudan re got: «Baweriya me zêde bike.»
6
Û Xudan got: «Eger baweriya we wek libeke xerdelê jî hebûya, weyê ji vê dara tûyê re bigota: ‹Ji ra* ve rabe û xwe di deryayê de biçikilîne!› Û wê bi ya we bikira.
7
«Kî ji we, xulamekî wî yê şivan an cotkar hebe, gava ew ji zeviyê vegere malê, wê jê re bêje: ‹Hema were û li ser sifrê rûne?›
8
Ma ew di şûna vê de ji wî re nabêje: ‹Rabe, pişta xwe girêde, heta ku ez bixwim û vexwim xizmeta min bike û paşê tu jî bixwe û vexwe?›
9
Û ji bo ku wî ew tiştên ku li wî hatibûn emirkirin anîn cih, ma ewê spasiya xulam bike?
10
De îcar hûn jî, çaxê we hemû tiştên ku li we hatine emirkirin anîn cih, bêjin: ‹Em xulamên bêkêr in; me ew karê ku li ser me deyn bû, kir.›»
Paqijkirina Deh Mirovên Kotî 
11
Gava Îsa diçû Orşelîmê, ew di navbera Samerya* û Celîlê re dibihûrî.
12
Û gava ew ket gundekî, deh zilamên kotî*, ku ji dûr ve sekinî bûn, rastî wî hatin.
13
Û wan bi dengekî bilind got: «Ya Îsa, ya Hosta, rehmê li me bike!»
14
Gava wî ew dîtin, wî ji wan re got: «Herin û xwe nîşanî kahînan bidin!» Û çaxê hê ew diçûn, ew ji kotîbûna xwe paqij bûn.
15
Îcar gava yekî ji wan dît ku ew sax bûye, vegeriya û bi dengekî bilind pesnê Xwedê da.
16
Wî li ber lingên Îsa xwe deverû avêt erdê û spasiya wî kir. Ew yekî Samerî* bû.
17
Îsa lê vegerand û got: «Ma ne her deh hatine paqijkirin? Ka her nehên din li ku derê ne?
18
Ma ji viyê xerîb pê ve kesek venegeriya, ku navê Xwedê bilind bike?»
19
Hingê Îsa jê re got: «Rabe ser xwe û here! Baweriya te tu xilas kirî.»
Hatina Padîşahiya Xwedê 
20
Carekê Fêrisiyan pirs ji Îsa kirin û gotin: «Padîşahiya Xwedê wê kengê bê?» Wî li wan vegerand û got: «Padîşahiya Xwedê wê ne wusa bê ku mirov bikare temaşeyî wê bike.
21
Ne jî mirov wê bêje: ‹Va ye, li vê derê ye!›, an jî: ‹Wa ye, li wê derê ye!› Çimkî Padîşahiya Xwedê di nav we de ye.»
22
Û Îsa ji şagirtan re got: «Roj wê bên ku hûnê bêriya dîtina rojeke ji rojên Kurê Mirov bikin, lê hûn nabînin.
23
Wê ji we re bêjin: ‹Va ye, li vê derê ye› an: ‹Wa ye, li wê derê ye!› Lê neçin û bi pey wan nekevin.
24
Çimkî çawa birûsk ji aliyekî ezmên ve birq dide û heta bi aliyê din ronahiyê dide, Kurê Mirov jî wê di roja xwe de wusa be.
25
Lê divê ew pêşî gelek êşan bikişîne û ji aliyê vî nifşî ve bê redkirin.
26
Çawa di rojên Nûh* de dibû, wusa jî wê di rojên Kurê Mirov de bibe:
27
Heta roja ku Nûh ket gemiyê mirovan dixwar, vedixwarin, jin dianîn û mêr dikirin. Hingê tofan rabû û hemû helak kirin.[a]
28
Di rojên Lût* de jî wusa bû: Mirovan dixwar, vedixwarin, dikirrîn, difirotin, diçandin û ava dikirin.
29
Lê roja ku Lût ji Sodomê derket, ji ezmên agir û kewkurt barî û hemû helak kirin.[b]
30
Ew roja ku Kurê Mirov xuya bibe jî, wê wusa be.
31
Wê rojê ewê ku li ser banî be û tiştên wî di hundir de bin, bila ji bo ku wan hilde, neyê xwarê û ewê ku li nav zeviyê be, bila ew jî venegere!
32
Jina Lût* bînin bîra xwe![c]
33
Kî bixebite ku jiyana xwe biparêze, ewê wê winda bike; lê kî ku jiyana xwe winda bike, ewê wê xilas bike.
34
Ez ji we re dibêjim: Di wê şevê de du kes wê di nav nivînekê de bin; yek ji wan wê bê birin û yê din bê hiştin.
35
-36 Du jin wê bi hev re li ser destar bin, yek ji wan wê bê birin û ya din wê bê hiştin.»[d]
37
Wan lê vegerand û gotin: «Ya Xudan, ma ev wê li ku derê bibe?» Wî jî ji wan re got: «Kelaş li ku derê be, teyrên kelaşan jî wê li wê derê bicivin.»
  1. a. 17:27 Destpêkirin 6-8
  2. b. 17:29 Destpêkirin 19
  3. c. 17:32 Destpêkirin 19:23-26
  4. d. 17:35 Di hin destnivîsaran de ev jî heye: «Dido jî wê li nav zeviyê bin, yek ji wan wê bê birin û yê din wê bê hiştin.»