Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Şîret û Hişyarî
 - 1
 - Îcar dewlemendno, niha werin û li ser rebeniya xwe ya ku wê bê serê we bigirîn û bikin qîrîn.
 - 2
 - Dewlemendiya we riziyaye û bizûzkan cilên we xwariye.[a]
 - 3
 - Zêr û zîvên we zengarî bûne. Zengara wan wê li hemberî we şahidiyê bike û wek êgir goştê we bixwe. Di rojên dawîn de we xezîne civandin.
 - 4
 - Va ye, heqê wan karkerên ku zeviyên we dirûtine û we bi hîle ji wan standiye, diqîre. Hawar hawara paleyan gihîştiye guhê Xudanê* Ordiyan.[b]
 - 5
 - We li dinyayê xwe da kêf û şahiyê û we dilê xwe ji bo roja şerjêkirinê qelew kir.
 - 6
 - We yê rast ê ku li ber we ranabe, sûcdar derxist û kuşt.
 - Sebra di Êşê de
 - 7
 - Loma birano, heta hatina Xudan sebir bikin. Binêrin, cotkar li benda berê erdê yê hêja dimîne û ji bo vê yekê sebir dike heta barana biharê û ya payîzê li ser dibare.
 - 8
 - Hûn jî sebir bikin. Dilê xwe xurt bigirin, çimkî hatina Xudan nêzîk e.
 - 9
 - Birano, gazinan ji hev nekin, da ku hûn neyên dîwankirin. Va ye, dadger li ber derî rawestayî ye!
 - 10
 - Birano, pêxemberên* ku bi navê Xudan peyv gotine ji bo xwe wek mînaka êşkişandin û sebrê bigirin.
 - 11
 - Binêrin, em wan ên ku tengahî ragirtine*, bextewar hesab dikin. We ragirtina Eyûb* bihîst û we dît ku Xudan di dawiyê de ji bo wî çi kir. Çimkî Xudan gelek dilovan û tije rehm e.[c] 
 - 12
 - Îcar birayên min, berî her tiştî, sond nexwin. Ne bi erdê, ne bi ezmên û ne jî bi tiştekî din sond bixwin. Bila erêya we «Erê» û naya we «Na» be, da ku hûn neyên dîwankirin.[d] 
 - Duaya Baweriyê
 - 13
 - Eger di nav we de yek êşê dikişîne, bila dua bike. Eger yek dilşa ye, bila lavijeyan* bêje.
 - 14
 - Eger di nav we de yek nexweş e, bila ew gazî rihspiyên civînê* bike û ew li ser wî dua bikin û bi navê Xudan rûn li wî bidin.[e]
 - 15
 - Duaya ku bi bawerî tê kirin wê yê nexweş qenc bike û Xudan wê wî rake. Û eger wî guneh kiribe, wê lê bê bihûrtin.
 - 16
 - Loma gunehên xwe ji hevdû re eşkere bikin û ji bo hev dua bikin, da ku hûn sax bibin. Duaya yê rast, hêzdar û bi bandûr e.
 - 17
 - Êlyas* jî mirovekî wek me bû. Ji bo ku baran nebare bi kelegermî dua kir û li ser rûyê erdê sê sal û şeş mehan baran nebarî.
 - 18
 - Piştre wî dîsa dua kir; ezmên baran da û erdê jî berê xwe da.[f] 
 - 19
 - Birayên min, eger yek ji we ji rastiyê averê* bibe û yekî din careke din wî li rastiyê bizivirîne,
 - 20
 - bila bizane, yê ku gunehkar ji riya wî ya averê bizivirîne, wê canekî ji mirinê xilas bike û gelek gunehan binixumîne.[g]  
 
- a. 5:2-3 Metta 6:19
 - b. 5:4 Dubarekirina Şerîetê 24:14-15
 - c. 5:11 Eyûb 1:1-22; 2:10; 42:10-17; Zebûr 103:8
 - d. 5:12 Metta 5:34-37
 - e. 5:14 Marqos 6:13
 - f. 5:17-18 Padîşah I, 17:1; 18:1; 18:41-45
 - g. 5:20 Petrûs I, 4:8
 

