Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Silav
 - 1
 - Ji Şandiyê Îsa Mesîh Petrûs,
ji xerîbên belavbûyî yên li herêmên Pontos, Galatya, Kepedokya, Asya* û Bîtînyayê re, - 2
 - yên ku li gor pêşzanîna Bav Xwedê hatine bijartin û ji aliyê Ruh ve hatine pîrozkirin*, da ku bi ya Îsa Mesîh bikin û xwîna wî li ser wan bê reşandin:
Kerem û aştî li ser we zêde bibe. - Hêviya Jîndar
 - 3
 - Xwedê û Bavê Xudanê me Îsa Mesîh pîroz be. Wî li gor rehma xwe ya mezin em ji nû ve zayandin. Bi vejîna* Îsa Mesîh a ji nav miriyan, wî em gihandin hêviyeke jîndar
 - 4
 - û mîraseke ku narize, bêleke ye û naçilmise. Ev mîras li ezmanan ji bo we hilanî ye.
 - 5
 - Îcar hûn bi hêza Xwedê bi riya baweriyê, ji bo xilasbûna ku amade ye di wextê dawî de bê eşkerekirin, tên parastin.
 - 6
 - Hûn bi vê yekê gelek şa ne, her çiqas niha divê ku hûn ji bo demeke kurt bi ceribandinên cûr bi cûr xemgîn bibin jî.
 - 7
 - Ew tên, da ku hêjabûna baweriya we kifş bibe û çaxê ku Îsa Mesîh xuya bibe ji we re bibe pesin, rûmet û serbilindî. Bi ser ku zêr tune dibe û diçe, dîsa di êgir de tê helandin. Û baweriya we ji zêr gelek hêjatir e.
 - 8
 - We ew nedîtiye, lê hûn ji wî hez dikin; niha hûn wî nabînin, lê dîsa jî hûn baweriyê bi wî tînin û hûn bi şabûneke ku nayê gotin dilşa dibin.
 - 9
 - Çimkî hûn di dawiya baweriya xwe de, digihîjin xilasiya canê xwe.
 - 10
 - Li ser vê xilasbûnê, pêxemberên* ku li ser kerema ku wê ji we re bihata anîn, pêxemberîtî kirin, bi baldarî lêkolîn kirin û lê geriyan.
 - 11
 - Ruhê* Mesîh ê ku di dilê wan de bû, ji berê ve kifş dikir ku Mesîh wê cefayê bikişîne û piştre bi rûmet bibe. Wan lê kolan ku bizanin ka ev xilasî wê kengê an wextekî çawa bê.
 - 12
 - Ji wan re hat kifşkirin ku di van tiştan de ne ji xwe re, lê ji we re xizmet dikirin û ev niha bi destê Ruhê* Pîroz ê ku ji ezmên hatiye şandin, ji aliyê yên ku Mizgîniyê didin ve, ji we re hat diyarkirin. Milyaket jî pirr dixwazin ku nêzîk bibin û li van tiştan binêrin.
 - Banga Jiyana Pîroz
 - 13
 - Ji ber vê yekê li ser hişê xwe bin, amade û hişyar bin. Hemû hêviya xwe bi wê keremê ve girê bidin, ku hûnê bi xuyabûna Îsa Mesîh bistînin.
 - 14
 - Wek zarokên guhdar bin û li pey xwestekên xwe yên dema nezaniyê neçin.
 - 15
 - Lê belê, çawa yê ku gazî we kiriye pîroz e, hûn jî di hemû rabûn û rûniştina xwe de pîroz bin.
 - 16
 - Ji ber ku hatiye nivîsîn: «Pîroz bin, çimkî ez pîroz im.»[a] 
 - 17
 - Eger hûn ji yê ku cihêtiyê naxe nav mirovan û her kesî li gor kirina wî dîwan* dike re, dibêjin Bav*, dema xwe ya xerîbiyê ya li ser dinyayê bi tirsa Xwedê derbas bikin.
 - 18
 - Çimkî hûn dizanin ku hûn ne bi berdêla tiştên pûç ên wek zêr an zîv ji jiyana vala ya ku ji bav û kalên we maye, hatine kirrîn,
 - 19
 - lê belê bi berdêla xwîna Mesîh a hêja û wek berxekî bêleke û bêkêmahî hûn hatine kirrîn.
 - 20
 - Hê berî damezrandina dinyayê ew hat destnîşankirin, lê di dawiya deman de di ber we de xuya bû.
 - 21
 - Bi saya wî hûn baweriyê bi wî Xwedayê ku ew ji nav miriyan rakiriye û rûmet daye wî tînin, wusa ku bawerî û hêviya we bi Xwedê be.
 - 22
 - Niha we bi ya rastiyê kir û canê xwe paqij kir, biraheziya we bê durûtî ye. Loma ji dil û can û bi germî ji hevdû hez bikin.
 - 23
 - Hûn ne ji tovê ku xera dibe, lê ji yê ku xera nabe, bi peyva* Xwedê ya jîndar û mayîndar ji nû ve çêbûn.
 - 24
 - Çimkî:
«Hemû mirov wek giyê ne
Û hemû rûmeta wan jî wek kulîlka giyê ye.
Giya hişk dibe û kulîlka wî dikeve, - 25
 - Lê peyva Xudan her û her dimîne.»[b] 
Ev ew peyv e ku bi Mizgîniyê ji we re hat dayîn. 

