Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Mesela Erdê Qenc û Neqenc 
1
Îsa dîsa li perê golê dest bi hînkirinê kir. Elaleteke wusa mezin li dora wî civiya ku ew li qeyika li ser golê siwar bû û rûnişt. Hemû elalet li perê golê bû
2
û wî gelek tişt bi meselan hînî wan dikir. Di hînkirina xwe de got:
3
«Guhdarî bikin! Cotkar derket ku tov biçîne.
4
Çaxê wî tov direşand, hinek jê ket tenişta rê, teyr hatin û ew xwarin.
5
Û hinek ket ser erdê kevirî yê ku axa wî kêm bû û ji ber ku ax ne kûr bû, ew zû şîn bû.
6
Gava roj hilat, ew kizirî; ji ber ku rayê* wî tunebû, hişk bû.
7
Û hinekî din ket nav stiriyan, stirî mezin bûn û ew fetisandin û wî ber neda.
8
Û hinek ket ser erdekî qenc û şîn bû, mezin bû û ber da, hinekan sî, hinekan şêst, hinekan sed qat ber dan.»
9
Û Îsa ji wan re got: «Ewê ku guhên wî ji bo bihîstinê hene, bila bibihîze.»
Armanca Meselan 
10
Gava Îsa bi tenê ma, diwanzdehan û kesên ku li hawirdora wî bûn li ser meselan jê pirsîn.
11
Wî li wan vegerand û got: «Sirên Padîşahiya* Xwedê ji we re hatine dayîn, lê ji bo wan ên ku li derve ne, her tişt bi meselan tê gotin,
12
da ku:
‹Çiqas bibînin jî tênegihîjin;
Çiqas bibihîzin jî fêm nekin;
Nebe ku vegerin û li wan bê bihûrtin.› »[a]
Şîrovekirina Mesela Erdê Qenc û Neqenc 
13
Îsa ji wan re got: «Ma hûn vê meselê fêm nakin? Nexwe hûnê çawa hemû meselan fêm bikin?
14
Cotkar peyvê* diçîne.
15
Yên li tenişta rê, ew cihê ku peyv lê hatiye çandin, ew in ku dibihîzin, lê di cih de Îblîs* tê û peyvê ji dilê wan dertîne.
16
Yên li ser erdê kevirî hatine çandin jî ew in ku gava peyvê dibihîzin, di cih de bi şahî wê qebûl dikin,
17
lê ji ber ku rayê* wan tune, ew tenê demeke kurt dimînin. Dema ku ji bo peyvê cefa û tengahiyê dibînin, zû ji rê derdikevin.
18
Û yên di nav stiriyan de hatine çandin ew in, ku peyvê dibihîzin,
19
lê xema vê dinyayê û xapandina dewlemendiyê û xwestina tiştên din dikevin navê û peyvê difetisînin û peyv bêber dimîne.
20
Û yên di erdê qenc de hatine çandin ew in ku peyvê dibihîzin, qebûl dikin. Hinek sî, hinek şêst û hinek jî sed qatî ber didin.»
Ronahiya Çirayê 
21
Û Îsa ji wan re got: «Gava qendîlê tînin hundir, ma ji bo ku bixin bin melkebê an jî bin nivînan tînin? Ma ne ji bo danîna ser şamdankê ye?
22
Tu tiştê veşartî tune ku neyê eşkerekirin, ne jî tiştekî nixumandî heye ku nekeve ber ronahiyê.
23
Guhên kê ji bo bihîstinê hebin, bila bibihîze.»
24
Û wî ji wan re got: «Bala xwe bidin tiştên ku hûn dibihîzin. Hûn bi kîjan pîvanê bipîvin, bi wê pîvanê wê ji we re jî bê pîvandin û bi ser de jî wê bê zêdekirin.
25
Çimkî bi kê re hebe, wê bêtir ji wî re bê dayîn û bi kê re tunebe, tiştê ku pê re heye jî, wê jê bê standin.»
Padîşahiya Xwedê 
26
Û Îsa got: «Padîşahiya* Xwedê dimîne vê yekê: Zilamek li erdê tov diçîne.
27
Bi şev radize, bi roj radibe, tov şîn dibe û mezin dibe û mirov nizane ku ev çawa dibe.
28
Erd ji ber xwe ber dide; pêşî zîl dide, piştre diseride, paşê jî liba gihîştî di simbil de dide.
29
Gava ku ber digihîje, mirov êdî dasê davêjê, çimkî dema dirûna wî hatiye.»
Mesela Liba Xerdelê 
30
Îsa got: «Gelo em Padîşahiya Xwedê bimînînin çi? An jî em wê bi kîjan meselê bêjin?
31
Ew dimîne liba xerdelê. Gava tê çandin, ji hemû tovên li ser erdê biçûktir e.
32
Lê gava digihîje, ji hemû pincaran mezintir dibe û çiqilên mezin dide, wusa ku teyrên ezmên dikarin di bin siya wê de bi cih bibin.»
33
Bi gelek meseleyên bi vî awayî li gor ku ew têdigihîştin, wî peyv* ji wan re digot.
34
Bê mesele ji wan re tiştek nedigot, lê gava ew bi tenê bûn, ji şagirtên xwe re her tişt vedikir.
Îsa Bagerê Radiwestîne 
35
Wê rojê, gava ku bû êvar, Îsa ji şagirtên xwe re got: «Em derbasî wî aliyê golê bibin.»
36
Şagirt ji elaletê veqetiyan, ketin qeyika ku Îsa tê de bû û wan ew bi xwe re bir. Qeyikên din jî bi wî re bûn.
37
Îcar bagereke mezin rabû, pêlan wusa li qeyikê dixist ku êdî ew bi avê tije dibû.
38
Lê Îsa di paşiya qeyikê de serê xwe danîbû ser balgehekê û radiza. Wan ew hişyar kir û gotin: «Mamoste, ma ne xema te ye ku em helak bibin?»
39
Îsa rabû, li bayê hilat* û emir li golê kir: «Raweste, bêdeng be!» Ba sekinî, bêpêjiniyeke mezin çêbû.
40
Îsa ji şagirtan re got: «Hûn çima ditirsin? Ma hê baweriya* we tune?»
41
Tirseke mezin ket ser wan û ji hevdû re gotin: «Gelo ev kî ye ku hem ba, hem jî gol bi ya wî dikin?»
  1. a. 4:12 Ji: Îşaya 6:9-10