Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Mesela Erdê Qenc û Neqenc
 - 1
 - Îsa dîsa li perê golê dest bi hînkirinê kir. Elaleteke wusa mezin li dora wî civiya ku ew li qeyika li ser golê siwar bû û rûnişt. Hemû elalet li perê golê bû
 - 2
 - û wî gelek tişt bi meselan hînî wan dikir. Di hînkirina xwe de got:
 - 3
 - «Guhdarî bikin! Cotkar derket ku tov biçîne.
 - 4
 - Çaxê wî tov direşand, hinek jê ket tenişta rê, teyr hatin û ew xwarin.
 - 5
 - Û hinek ket ser erdê kevirî yê ku axa wî kêm bû û ji ber ku ax ne kûr bû, ew zû şîn bû.
 - 6
 - Gava roj hilat, ew kizirî; ji ber ku rayê* wî tunebû, hişk bû.
 - 7
 - Û hinekî din ket nav stiriyan, stirî mezin bûn û ew fetisandin û wî ber neda.
 - 8
 - Û hinek ket ser erdekî qenc û şîn bû, mezin bû û ber da, hinekan sî, hinekan şêst, hinekan sed qat ber dan.»
 - 9
 - Û Îsa ji wan re got: «Ewê ku guhên wî ji bo bihîstinê hene, bila bibihîze.»
 - Armanca Meselan
 - 10
 - Gava Îsa bi tenê ma, diwanzdehan û kesên ku li hawirdora wî bûn li ser meselan jê pirsîn.
 - 11
 - Wî li wan vegerand û got: «Sirên Padîşahiya* Xwedê ji we re hatine dayîn, lê ji bo wan ên ku li derve ne, her tişt bi meselan tê gotin,
 - 12
 - da ku:
‹Çiqas bibînin jî tênegihîjin;
Çiqas bibihîzin jî fêm nekin;
Nebe ku vegerin û li wan bê bihûrtin.› »[a] - Şîrovekirina Mesela Erdê Qenc û Neqenc
 - 13
 - Îsa ji wan re got: «Ma hûn vê meselê fêm nakin? Nexwe hûnê çawa hemû meselan fêm bikin?
 - 14
 - Cotkar peyvê* diçîne.
 - 15
 - Yên li tenişta rê, ew cihê ku peyv lê hatiye çandin, ew in ku dibihîzin, lê di cih de Îblîs* tê û peyvê ji dilê wan dertîne.
 - 16
 - Yên li ser erdê kevirî hatine çandin jî ew in ku gava peyvê dibihîzin, di cih de bi şahî wê qebûl dikin,
 - 17
 - lê ji ber ku rayê* wan tune, ew tenê demeke kurt dimînin. Dema ku ji bo peyvê cefa û tengahiyê dibînin, zû ji rê derdikevin.
 - 18
 - Û yên di nav stiriyan de hatine çandin ew in, ku peyvê dibihîzin,
 - 19
 - lê xema vê dinyayê û xapandina dewlemendiyê û xwestina tiştên din dikevin navê û peyvê difetisînin û peyv bêber dimîne.
 - 20
 - Û yên di erdê qenc de hatine çandin ew in ku peyvê dibihîzin, qebûl dikin. Hinek sî, hinek şêst û hinek jî sed qatî ber didin.»
 - Ronahiya Çirayê
 - 21
 - Û Îsa ji wan re got: «Gava qendîlê tînin hundir, ma ji bo ku bixin bin melkebê an jî bin nivînan tînin? Ma ne ji bo danîna ser şamdankê ye?
 - 22
 - Tu tiştê veşartî tune ku neyê eşkerekirin, ne jî tiştekî nixumandî heye ku nekeve ber ronahiyê.
 - 23
 - Guhên kê ji bo bihîstinê hebin, bila bibihîze.»
 - 24
 - Û wî ji wan re got: «Bala xwe bidin tiştên ku hûn dibihîzin. Hûn bi kîjan pîvanê bipîvin, bi wê pîvanê wê ji we re jî bê pîvandin û bi ser de jî wê bê zêdekirin.
 - 25
 - Çimkî bi kê re hebe, wê bêtir ji wî re bê dayîn û bi kê re tunebe, tiştê ku pê re heye jî, wê jê bê standin.»
 - Padîşahiya Xwedê
 - 26
 - Û Îsa got: «Padîşahiya* Xwedê dimîne vê yekê: Zilamek li erdê tov diçîne.
 - 27
 - Bi şev radize, bi roj radibe, tov şîn dibe û mezin dibe û mirov nizane ku ev çawa dibe.
 - 28
 - Erd ji ber xwe ber dide; pêşî zîl dide, piştre diseride, paşê jî liba gihîştî di simbil de dide.
 - 29
 - Gava ku ber digihîje, mirov êdî dasê davêjê, çimkî dema dirûna wî hatiye.»
 - Mesela Liba Xerdelê
 - 30
 - Îsa got: «Gelo em Padîşahiya Xwedê bimînînin çi? An jî em wê bi kîjan meselê bêjin?
 - 31
 - Ew dimîne liba xerdelê. Gava tê çandin, ji hemû tovên li ser erdê biçûktir e.
 - 32
 - Lê gava digihîje, ji hemû pincaran mezintir dibe û çiqilên mezin dide, wusa ku teyrên ezmên dikarin di bin siya wê de bi cih bibin.»
 - 33
 - Bi gelek meseleyên bi vî awayî li gor ku ew têdigihîştin, wî peyv* ji wan re digot.
 - 34
 - Bê mesele ji wan re tiştek nedigot, lê gava ew bi tenê bûn, ji şagirtên xwe re her tişt vedikir.
 - Îsa Bagerê Radiwestîne
 - 35
 - Wê rojê, gava ku bû êvar, Îsa ji şagirtên xwe re got: «Em derbasî wî aliyê golê bibin.»
 - 36
 - Şagirt ji elaletê veqetiyan, ketin qeyika ku Îsa tê de bû û wan ew bi xwe re bir. Qeyikên din jî bi wî re bûn.
 - 37
 - Îcar bagereke mezin rabû, pêlan wusa li qeyikê dixist ku êdî ew bi avê tije dibû.
 - 38
 - Lê Îsa di paşiya qeyikê de serê xwe danîbû ser balgehekê û radiza. Wan ew hişyar kir û gotin: «Mamoste, ma ne xema te ye ku em helak bibin?»
 - 39
 - Îsa rabû, li bayê hilat* û emir li golê kir: «Raweste, bêdeng be!» Ba sekinî, bêpêjiniyeke mezin çêbû.
 - 40
 - Îsa ji şagirtan re got: «Hûn çima ditirsin? Ma hê baweriya* we tune?»
 - 41
 - Tirseke mezin ket ser wan û ji hevdû re gotin: «Gelo ev kî ye ku hem ba, hem jî gol bi ya wî dikin?»
 
- a. 4:12 Ji: Îşaya 6:9-10
 

