Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - 1
 - «Bav û birano, niha guhê xwe bidin parastina ku ez li ber we dikim.»
 - 2
 - Gava wan bihîst ku ji wan re Îbranî* dipeyive, ew bêtir bêdeng man. Hingê wî got:
 - 3
 - «Ez zilamekî Cihû me, li Tarsûsa Kîlîkyayê hatime dinyayê, lê ez li vî bajarî mezin bûme, li ber lingên Gamalyêl bi tûndî li gor Şerîeta bav û kalan hatime perwerdekirin û ka îro hûn hemû çawa nin, ez jî ji bo Xwedê xîretkêş bûm.[a]
 - 4
 - Min heta bi kuştinê jî tengahî da wan ên ku di vê Riyê de bûn, min hem jin û hem jî mêr girêdidan û davêtin zîndanê.[b]
 - 5
 - Serokkahîn û tevahiya civîna rihspiyan dikarin li ser vê yekê şahidiyê ji min re bikin. Min ji wan nameyek ji bo birayên li Şamê stand û ez çûm wê derê, da ku ez yên ku li wir bûn, girêdayî bi xwe re bînim Orşelîmê, ku ew bên cezakirin.
 - 6
 - «Îcar gava ku ez di rê de bûm û nêzîkî Şamê dibûm, li dora nîvro, ji nişkê ve ji ezmên ronahiyeke mezin li dora min şewq da.
 - 7
 - Ez ketim erdê û min dengek bihîst ku ji min re digot: ‹Şawûl, Şawûl, tu çima tengahiyê didî min?›
 - 8
 - Min bersîv da û got: ‹Ya Xudan, tu kî yî?› Hingê wî ji min re got: ‹Ez Îsayê Nisretî me, yê ku tu tengahiyê didiyê.›
 - 9
 - Îcar yên ku bi min re bûn ronahî dîtin, lê dengê yê ku bi min re dipeyivî nebihîstin.
 - 10
 - Min got: ‹Ez çi bikim, ya Xudan?› Xudan ji min re got: ‹Rabe û here Şamê, her tiştê ku divê tu bikî, wê li wir ji te re bê gotin.›
 - 11
 - Çaxê ku ji ber şewqa wê ronahiyê min hew dît, yên ku bi min re bûn bi destê min girtin û ez birim Şamê.
 - 12
 - «Zilamekî ku navê wî Hananya bû li wir rûdinişt, li gor Şerîetê xwedêtirs bû û hemû Cihû li ser wî bi qencî dipeyivîn.
 - 13
 - Ew hat ba min, rawesta û ji min re got: ‹Birayê Şawûl, bila çavên te bibînin!› Û hema di wê gavê de çavên min vebûn û min ew dît.
 - 14
 - Wî ji min re got: ‹Xwedayê bav û kalên me tu bijartî, da ku tu daxwaza wî bizanî, Yê Rast bibînî û dengê wî bibihîzî.
 - 15
 - Çimkî ji bo tiştên ku te dîtine û bihîstine, tê ji hemû mirovan re bibî şahidê wî.
 - 16
 - Îcar tu li benda çi yî? Rabe, imad bibe, gazî navê wî bike û ji gunehên xwe were şuştin.›
 - 17
 - «Îcar çaxê ku ez vegeriyam Orşelîmê û min di Perestgehê de dua dikir, ez ji hişê xwe çûm,
 - 18
 - min ew dît û wî ji min re got: ‹Bilezîne û zûka ji Orşelîmê derkeve, çimkî ew şahidiya te ya li ser min qebûl nakin.›
 - 19
 - Û min got: ‹Ya Xudan, ew bi xwe jî dizanin ku li her kinîştê min li yên ku bawerî bi te dianîn dixist û ew davêtin zîndanê.
 - 20
 - Gava ku xwîna şahidê te Steyfan rijiya, ez bi xwe jî li wir radiwestam. Ez bi wê yekê razî bûm û min çavdêriya cilên wan ên ku ew kuştin, kir.›[c]
 - 21
 - Û Xudan ji min re got: ‹Here, çimkî ezê te bişînim cihên dûr ba miletan.›»
 - Hemwelatiya Pawlos a Romayî
 - 22
 - Heta van peyvan xelkê guhdariya wî kir, lê piştre qîriyan, gotin: «Mirovekî weha ji rûyê erdê rake! Divê yên weha nejîn!»
 - 23
 - Çaxê ew diqîriyan, ebayên xwe davêtin û toz divirvirandin hewayê,
 - 24
 - serhezar emir kir ku wî bînin leşkergehê, bidin ber qamçiyan û bikişînin pirsyariyê, da ku hîn bibe, ka ev elalet çima weha li hember wî diqîre.
 - 25
 - Lê gava ku wan ew bi qayîşên çermîn girêdan, Pawlos ji sersedê ku li ba wî radiwesta re got: «Ma li gor qanûnê ye, ku hûn hemwelatiyekî* Romayî, hê berî ku bê dîwankirin, bidin ber qamçiyan?»
 - 26
 - Gava sersed ev yek bihîst, ew çû ba serhezar û jê re got: «Tu çi dikî? Ev mirov hemwelatiyê Romayê ye!»
 - 27
 - Serhezar hat û ji Pawlos pirsî: «Ji min re bêje: Tu hemwelatiyê Romayî yî?» Wî got: «Erê.»
 - 28
 - Serhezar bersîv da û got: «Min bi gelek peran ev hemwelatî bi dest xistiye.» Pawlos got: «Lê ez hemwelatî hatim dinyayê.»
 - 29
 - Di cih de yên ku wê ew bikişandana pirsyariyê, xwe jê dan aliyekî. Serhezar bi xwe jî çaxê fêm kir ku ew hemwelatiyê Romayê ye tirsiya, çimkî ew girê dabû.
 - Pawlos li ber Civîna Giregiran
 - 30
 - Dotira rojê wî xwest ku rast hîn bibe ka çima Pawlos ji aliyê Cihûyan ve tê sûcdarkirin. Wî zincîrên Pawlos vekirin û li serekên kahînan* û li hemû civîna giregiran emir kir ku bicivin. Wî Pawlos anî xwarê û li ber wan da rawestandin.
 

