Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
1
«Bav û birano, niha guhê xwe bidin parastina ku ez li ber we dikim.»
2
Gava wan bihîst ku ji wan re Îbranî* dipeyive, ew bêtir bêdeng man. Hingê wî got:
3
«Ez zilamekî Cihû me, li Tarsûsa Kîlîkyayê hatime dinyayê, lê ez li vî bajarî mezin bûme, li ber lingên Gamalyêl bi tûndî li gor Şerîeta bav û kalan hatime perwerdekirin û ka îro hûn hemû çawa nin, ez jî ji bo Xwedê xîretkêş bûm.[a]
4
Min heta bi kuştinê jî tengahî da wan ên ku di vê Riyê de bûn, min hem jin û hem jî mêr girêdidan û davêtin zîndanê.[b]
5
Serokkahîn û tevahiya civîna rihspiyan dikarin li ser vê yekê şahidiyê ji min re bikin. Min ji wan nameyek ji bo birayên li Şamê stand û ez çûm wê derê, da ku ez yên ku li wir bûn, girêdayî bi xwe re bînim Orşelîmê, ku ew bên cezakirin.
6
«Îcar gava ku ez di rê de bûm û nêzîkî Şamê dibûm, li dora nîvro, ji nişkê ve ji ezmên ronahiyeke mezin li dora min şewq da.
7
Ez ketim erdê û min dengek bihîst ku ji min re digot: ‹Şawûl, Şawûl, tu çima tengahiyê didî min?›
8
Min bersîv da û got: ‹Ya Xudan, tu kî yî?› Hingê wî ji min re got: ‹Ez Îsayê Nisretî me, yê ku tu tengahiyê didiyê.›
9
Îcar yên ku bi min re bûn ronahî dîtin, lê dengê yê ku bi min re dipeyivî nebihîstin.
10
Min got: ‹Ez çi bikim, ya Xudan?› Xudan ji min re got: ‹Rabe û here Şamê, her tiştê ku divê tu bikî, wê li wir ji te re bê gotin.›
11
Çaxê ku ji ber şewqa wê ronahiyê min hew dît, yên ku bi min re bûn bi destê min girtin û ez birim Şamê.
12
«Zilamekî ku navê wî Hananya bû li wir rûdinişt, li gor Şerîetê xwedêtirs bû û hemû Cihû li ser wî bi qencî dipeyivîn.
13
Ew hat ba min, rawesta û ji min re got: ‹Birayê Şawûl, bila çavên te bibînin!› Û hema di wê gavê de çavên min vebûn û min ew dît.
14
Wî ji min re got: ‹Xwedayê bav û kalên me tu bijartî, da ku tu daxwaza wî bizanî, Yê Rast bibînî û dengê wî bibihîzî.
15
Çimkî ji bo tiştên ku te dîtine û bihîstine, tê ji hemû mirovan re bibî şahidê wî.
16
Îcar tu li benda çi yî? Rabe, imad bibe, gazî navê wî bike û ji gunehên xwe were şuştin.›
17
«Îcar çaxê ku ez vegeriyam Orşelîmê û min di Perestgehê de dua dikir, ez ji hişê xwe çûm,
18
min ew dît û wî ji min re got: ‹Bilezîne û zûka ji Orşelîmê derkeve, çimkî ew şahidiya te ya li ser min qebûl nakin.›
19
Û min got: ‹Ya Xudan, ew bi xwe jî dizanin ku li her kinîştê min li yên ku bawerî bi te dianîn dixist û ew davêtin zîndanê.
20
Gava ku xwîna şahidê te Steyfan rijiya, ez bi xwe jî li wir radiwestam. Ez bi wê yekê razî bûm û min çavdêriya cilên wan ên ku ew kuştin, kir.›[c]
21
Û Xudan ji min re got: ‹Here, çimkî ezê te bişînim cihên dûr ba miletan.›»
Hemwelatiya Pawlos a Romayî 
22
Heta van peyvan xelkê guhdariya wî kir, lê piştre qîriyan, gotin: «Mirovekî weha ji rûyê erdê rake! Divê yên weha nejîn!»
23
Çaxê ew diqîriyan, ebayên xwe davêtin û toz divirvirandin hewayê,
24
serhezar emir kir ku wî bînin leşkergehê, bidin ber qamçiyan û bikişînin pirsyariyê, da ku hîn bibe, ka ev elalet çima weha li hember wî diqîre.
25
Lê gava ku wan ew bi qayîşên çermîn girêdan, Pawlos ji sersedê ku li ba wî radiwesta re got: «Ma li gor qanûnê ye, ku hûn hemwelatiyekî* Romayî, hê berî ku bê dîwankirin, bidin ber qamçiyan?»
26
Gava sersed ev yek bihîst, ew çû ba serhezar û jê re got: «Tu çi dikî? Ev mirov hemwelatiyê Romayê ye!»
27
Serhezar hat û ji Pawlos pirsî: «Ji min re bêje: Tu hemwelatiyê Romayî yî?» Wî got: «Erê.»
28
Serhezar bersîv da û got: «Min bi gelek peran ev hemwelatî bi dest xistiye.» Pawlos got: «Lê ez hemwelatî hatim dinyayê.»
29
Di cih de yên ku wê ew bikişandana pirsyariyê, xwe jê dan aliyekî. Serhezar bi xwe jî çaxê fêm kir ku ew hemwelatiyê Romayê ye tirsiya, çimkî ew girê dabû.
Pawlos li ber Civîna Giregiran 
30
Dotira rojê wî xwest ku rast hîn bibe ka çima Pawlos ji aliyê Cihûyan ve tê sûcdarkirin. Wî zincîrên Pawlos vekirin û li serekên kahînan* û li hemû civîna giregiran emir kir ku bicivin. Wî Pawlos anî xwarê û li ber wan da rawestandin.
  1. a. 22:3 Karên Şandiyan 5:34-39
  2. b. 22:4 Karên Şandiyan 8:3; 26:9-11
  3. c. 22:20 Karên Şandiyan 7:58