Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Lihevcivîna Şandiyan a li Orşelîmê 
1
Hinek kesên ku ji Cihûstanê daketibûn Entakyayê, hînî birayan dikirin û digotin: «Eger hûn li gor adeta Mûsa sinet nebin, hûn nikarin xilas bibin.»[a]
2
Îcar piştî ku wan û Pawlos û Barnabas gelek hev birin û anîn û devjenî kirin, hingê birayan biryar da ku Pawlos, Barnabas û hinekên din hilkişin Orşelîmê, da ku ji bo vê yekê bi Şandî û rihspiyan re bipeyivin.
3
De îcar civînê ew bi rê kirin. Çaxê di Fînîkya û Sameryayê* re derbas dibûn, li ser zivirîna miletan a li Xwedê digotin û hemû bawermend pirr şa dikirin.
4
Çaxê gihîştin Orşelîmê, ji aliyê civînê, Şandî û rihspiyan ve hatin qebûlkirin û hemû tiştên ku Xwedê bi destê wan kiribûn, gotin.
5
Lê hinek bawermendên ku ji mezheba Fêrisiyan* bûn, rabûn û gotin: «Divê ku ew bên sinetkirin û emir li wan bê kirin ku Şerîeta Mûsa pêk bînin.»
6
Şandî û rihspî ji bo ku li ser vê pirsê bipeyivin civiyan.
7
Piştî gotûbêjeke dirêj, Petrûs rabû û got: «Birano, hûn dizanin ku berî niha Xwedê ji nav we ez bijartim, da ku miletên din peyva Mizgîniyê ji min bibihîzin û baweriyê bînin.[b]
8
Û Xwedayê ku bi dilê mirov dizane, çawa ku Ruhê Pîroz da me, wusa da wan jî û ew erêkirin.[c]
9
Wî dilê wan bi baweriyê paqij kir û tu cihêtî nexist navbera me û wan.
10
Îcar çima hûn Xwedê diceribînin û nîrekî wusa datînin ser stûyê şagirtan, ku ne bav û kalên me û ne jî me dikaribû ku em hilgirin?
11
Na, lê em bawer dikin, çawa ku em bi kerema Xudan Îsa xilas dibin, wusa jî ew xilas dibin.»
12
Hingê tevahiya civînê bêdeng ma û guhê xwe dan gotinên Barnabas û Pawlos, yên ku Xwedê bi destê wan gelek nîşan û karên mezin di nav miletên din de kiribûn.
13
Piştî ku wan peyivîna xwe xilas kir, Aqûb* bersîv da û got: «Birano, guhê xwe bidin min.
14
Şimûn* got ku çawa Xwedê pêşî hat serdana miletên din, da ku ji nav wan xelkekî ji bo navê xwe rake.
15
Ev yek peyvên pêxemberan jî digire, wek ku hatiye nivîsîn:
16
‹Piştî vê yekê ezê vegerim,
Û konê Dawid ê ketî dîsa vegirim,
Derên wî yên hilweşiyayî careke din ava bikim
Û dîsa rakim.
17
Da ku hemû mirovên bi şûn de mayî
Û hemû miletên mayî yên ku navê min li ser wan e,
Li Xudan bigerin.
18
Ew Xudanê ku ji berê ve ev tişt dane zanîn, vê dibêje.›[d]
19
«Ji ber vê yekê, ez gihîştim vê biryarê ku divê em, wan ên ku ji miletên din li Xwedê dizivirin nedin tengiyê.
20
Lê em ji wan re binivîsin ku xwe ji tiştên ku bi pêşkêşkirina ji pûtan re murdar* bûne, ji fuhûşiyê, ji heywanên mirar û ji xwînê dûr bixin.[e]
21
Çimkî hê ji demên bihûrtî ve di her bajarî de, Şerîeta Mûsa tê hînkirin û her roja Şemiyê di kinîştan de tê xwendin.»
Nameya Civînê ya ji Miletan re 
22
Hingê di çavên Şandî û rihspiyan û tevahiya civînê de qenc xuya bû ku ji nav xwe zilaman bibijêrin û bi Pawlos û Barnabas re bişînin Entakyayê. Wan, Cihûdayê ku jê re dibêjin Barsabas û Sîlas*, yên ku di nav birayan de sereke bûn, şandin.
23
Bi destê wan ev name nivîsîn:
«Birayên we Şandî û rihspî, silavan li bawermendên ji miletên din ên li Entakya, Sûriye û li Kîlîkyayê dikin.
24
Me bihîst ku hin kesên ji nav me derketine, ku me li wan tembîh nekiriye, bi peyvên xwe hûn reht kirine û serê we tevlihev kirine.
25
Ji bo vê yekê me hemûyan bi hev re biryar da ku em çend kesan bibijêrin û bi birayên xwe yên hezkirî Barnabas û Pawlos re bişînin ba we.
26
Wan herduyan di ber navê Xudanê me Îsa Mesîh de mirin dane ber çavên xwe.
27
Loma me Cihûda û Sîlas şandin, ku ewê bi dev jî eynî tiştan ji we re bêjin.
28
Çimkî ji Ruhê Pîroz û ji me re jî qenc hat dîtin ku em ji van tiştên ku pêwist in pê ve, barekî din daneynin ser pişta we.
29
Îcar hûn xwe ji tiştên ku bi pêşkêşkirina ji pûtan re murdar bûne, ji xwînê, ji heywanên mirar û ji fuhûşiyê dûr bixin. Eger hûn xwe ji van tiştan biparêzin, hûnê qenc bikin. Di aştiyê de bimînin.»
30
Îcar ew hatin şandin û daketin Entakyayê. Wan tevahiya komê civand û name dan wan.
31
Gava wan xwend, bi handana wê* şa bûn.
32
Cihûda û Sîlas, ku ew bi xwe jî pêxember bûn, bi gelek peyvan cesaret û hêz dan birayan.
33
-34 Piştî ku ew demekê li wir man, birayan bi aştî ew bi rê kirin ba yên ku ew şandibûn.
35
Lê Pawlos û Barnabas li Entakyayê man û bi gelekên din re peyva Xudan hîn kirin û Mizgînî dan.
Pawlos û Barnabas ji hev Vediqetin 
36
Piştî çend rojan Pawlos ji Barnabas re got: «Were, em vegerin û herin her bajarê ku me peyva Xudan tê de daye bihîstin, serekî bidin xwişk û birayan û bibînin ku ew çawa ne.»
37
Barnabas xwest Yûhennayê ku jê re dibêjin Marqos* jî bi xwe re bibe.
38
Lê Pawlos qenc nedît yê ku li Pamfîlyayê ji wan veqetiya û bi wan re hew xebitî, bi xwe re bibin.[f]
39
Îcar devjeniyeke dijwar ket nav wan, wusa ku ji hev veqetiyan. Barnabas Marqos hilda û bi gemiyê çû Qibrisê.
40
Lê Pawlos Sîlas bijart û ket rê; birayan ew spartin kerema Xudan.
41
Ew li Sûriye û Kîlîkyayê digeriyan û hêz didan civînan.
  1. a. 15:1 Qanûna Kahîntiyê 12:3
  2. b. 15:7 Karên Şandiyan 10
  3. c. 15:8 Karên Şandiyan 10:44; 2:4
  4. d. 15:16-18 Ji: Amos 9:11-12; Îşaya 45:21
  5. e. 15:20 Derketin 34:15-17; Qanûna Kahîntiyê 18:6-23; 17:10-16
  6. f. 15:38 Karên Şandiyan 13:13