Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Lihevcivîna Şandiyan a li Orşelîmê
 - 1
 - Hinek kesên ku ji Cihûstanê daketibûn Entakyayê, hînî birayan dikirin û digotin: «Eger hûn li gor adeta Mûsa sinet nebin, hûn nikarin xilas bibin.»[a]
 - 2
 - Îcar piştî ku wan û Pawlos û Barnabas gelek hev birin û anîn û devjenî kirin, hingê birayan biryar da ku Pawlos, Barnabas û hinekên din hilkişin Orşelîmê, da ku ji bo vê yekê bi Şandî û rihspiyan re bipeyivin.
 - 3
 - De îcar civînê ew bi rê kirin. Çaxê di Fînîkya û Sameryayê* re derbas dibûn, li ser zivirîna miletan a li Xwedê digotin û hemû bawermend pirr şa dikirin.
 - 4
 - Çaxê gihîştin Orşelîmê, ji aliyê civînê, Şandî û rihspiyan ve hatin qebûlkirin û hemû tiştên ku Xwedê bi destê wan kiribûn, gotin.
 - 5
 - Lê hinek bawermendên ku ji mezheba Fêrisiyan* bûn, rabûn û gotin: «Divê ku ew bên sinetkirin û emir li wan bê kirin ku Şerîeta Mûsa pêk bînin.»
 - 6
 - Şandî û rihspî ji bo ku li ser vê pirsê bipeyivin civiyan.
 - 7
 - Piştî gotûbêjeke dirêj, Petrûs rabû û got: «Birano, hûn dizanin ku berî niha Xwedê ji nav we ez bijartim, da ku miletên din peyva Mizgîniyê ji min bibihîzin û baweriyê bînin.[b]
 - 8
 - Û Xwedayê ku bi dilê mirov dizane, çawa ku Ruhê Pîroz da me, wusa da wan jî û ew erêkirin.[c]
 - 9
 - Wî dilê wan bi baweriyê paqij kir û tu cihêtî nexist navbera me û wan.
 - 10
 - Îcar çima hûn Xwedê diceribînin û nîrekî wusa datînin ser stûyê şagirtan, ku ne bav û kalên me û ne jî me dikaribû ku em hilgirin?
 - 11
 - Na, lê em bawer dikin, çawa ku em bi kerema Xudan Îsa xilas dibin, wusa jî ew xilas dibin.»
 - 12
 - Hingê tevahiya civînê bêdeng ma û guhê xwe dan gotinên Barnabas û Pawlos, yên ku Xwedê bi destê wan gelek nîşan û karên mezin di nav miletên din de kiribûn.
 - 13
 - Piştî ku wan peyivîna xwe xilas kir, Aqûb* bersîv da û got: «Birano, guhê xwe bidin min.
 - 14
 - Şimûn* got ku çawa Xwedê pêşî hat serdana miletên din, da ku ji nav wan xelkekî ji bo navê xwe rake.
 - 15
 - Ev yek peyvên pêxemberan jî digire, wek ku hatiye nivîsîn:
 - 16
 - ‹Piştî vê yekê ezê vegerim,
Û konê Dawid ê ketî dîsa vegirim,
Derên wî yên hilweşiyayî careke din ava bikim
Û dîsa rakim. - 17
 - Da ku hemû mirovên bi şûn de mayî
Û hemû miletên mayî yên ku navê min li ser wan e,
Li Xudan bigerin. - 18
 - Ew Xudanê ku ji berê ve ev tişt dane zanîn, vê dibêje.›[d] 
 - 19
 - «Ji ber vê yekê, ez gihîştim vê biryarê ku divê em, wan ên ku ji miletên din li Xwedê dizivirin nedin tengiyê.
 - 20
 - Lê em ji wan re binivîsin ku xwe ji tiştên ku bi pêşkêşkirina ji pûtan re murdar* bûne, ji fuhûşiyê, ji heywanên mirar û ji xwînê dûr bixin.[e]
 - 21
 - Çimkî hê ji demên bihûrtî ve di her bajarî de, Şerîeta Mûsa tê hînkirin û her roja Şemiyê di kinîştan de tê xwendin.»
 - Nameya Civînê ya ji Miletan re
 - 22
 - Hingê di çavên Şandî û rihspiyan û tevahiya civînê de qenc xuya bû ku ji nav xwe zilaman bibijêrin û bi Pawlos û Barnabas re bişînin Entakyayê. Wan, Cihûdayê ku jê re dibêjin Barsabas û Sîlas*, yên ku di nav birayan de sereke bûn, şandin.
 - 23
 - Bi destê wan ev name nivîsîn:
«Birayên we Şandî û rihspî, silavan li bawermendên ji miletên din ên li Entakya, Sûriye û li Kîlîkyayê dikin. - 24
 - Me bihîst ku hin kesên ji nav me derketine, ku me li wan tembîh nekiriye, bi peyvên xwe hûn reht kirine û serê we tevlihev kirine.
 - 25
 - Ji bo vê yekê me hemûyan bi hev re biryar da ku em çend kesan bibijêrin û bi birayên xwe yên hezkirî Barnabas û Pawlos re bişînin ba we.
 - 26
 - Wan herduyan di ber navê Xudanê me Îsa Mesîh de mirin dane ber çavên xwe.
 - 27
 - Loma me Cihûda û Sîlas şandin, ku ewê bi dev jî eynî tiştan ji we re bêjin.
 - 28
 - Çimkî ji Ruhê Pîroz û ji me re jî qenc hat dîtin ku em ji van tiştên ku pêwist in pê ve, barekî din daneynin ser pişta we.
 - 29
 - Îcar hûn xwe ji tiştên ku bi pêşkêşkirina ji pûtan re murdar bûne, ji xwînê, ji heywanên mirar û ji fuhûşiyê dûr bixin. Eger hûn xwe ji van tiştan biparêzin, hûnê qenc bikin. Di aştiyê de bimînin.»
 - 30
 - Îcar ew hatin şandin û daketin Entakyayê. Wan tevahiya komê civand û name dan wan.
 - 31
 - Gava wan xwend, bi handana wê* şa bûn.
 - 32
 - Cihûda û Sîlas, ku ew bi xwe jî pêxember bûn, bi gelek peyvan cesaret û hêz dan birayan.
 - 33
 - -34 Piştî ku ew demekê li wir man, birayan bi aştî ew bi rê kirin ba yên ku ew şandibûn.
 - 35
 - Lê Pawlos û Barnabas li Entakyayê man û bi gelekên din re peyva Xudan hîn kirin û Mizgînî dan.
 - Pawlos û Barnabas ji hev Vediqetin
 - 36
 - Piştî çend rojan Pawlos ji Barnabas re got: «Were, em vegerin û herin her bajarê ku me peyva Xudan tê de daye bihîstin, serekî bidin xwişk û birayan û bibînin ku ew çawa ne.»
 - 37
 - Barnabas xwest Yûhennayê ku jê re dibêjin Marqos* jî bi xwe re bibe.
 - 38
 - Lê Pawlos qenc nedît yê ku li Pamfîlyayê ji wan veqetiya û bi wan re hew xebitî, bi xwe re bibin.[f]
 - 39
 - Îcar devjeniyeke dijwar ket nav wan, wusa ku ji hev veqetiyan. Barnabas Marqos hilda û bi gemiyê çû Qibrisê.
 - 40
 - Lê Pawlos Sîlas bijart û ket rê; birayan ew spartin kerema Xudan.
 - 41
 - Ew li Sûriye û Kîlîkyayê digeriyan û hêz didan civînan.
 
- a. 15:1 Qanûna Kahîntiyê 12:3
 - b. 15:7 Karên Şandiyan 10
 - c. 15:8 Karên Şandiyan 10:44; 2:4
 - d. 15:16-18 Ji: Amos 9:11-12; Îşaya 45:21
 - e. 15:20 Derketin 34:15-17; Qanûna Kahîntiyê 18:6-23; 17:10-16
 - f. 15:38 Karên Şandiyan 13:13
 

