Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Petrûs û Kornêlyosê Sersed 
1
Li Qeyseriyê mirovek hebû ku navê wî Kornêlyos bû; ew di tabûra* ku jê re ‹ya Îtalyayî› digotin de sersed* bû.
2
Ew bi hemû maliyên xwe ve dîndar û xwedêtirs bû, wî gelek xêr bi gelê Cihû dikirin û herdem li ber Xwedê dua dikir.
3
Rojekê piştî nîvro, di dora saet sisiyan de wî bi zelalî di dîtiniyekê de dît ku milyaketekî Xwedê hat ba wî û jê re got: «Kornêlyos!»
4
Wî gelek bi tirs li milyaket nêrî û got: «Çi ye, ya Xudan?» Milyaket got: «Dua û xêrên te gihîştin ba Xwedê û tu di bîra wî de yî.
5
De niha zilaman bişîne Yafayê û gazî Şimûnê ku jê re dibêjin Petrûs, bike.
6
Ew mêvanê Şimûnê çermker e, ku mala wî li ber deryayê ye.»
7
Çaxê milyaketê ku bi wî re peyivî çû, wî gazî du xulamên xwe û leşkerekî dîndar ê ku di xizmeta wî de bû, kir;
8
piştî ku hemû tişt ji wan re got, ew şandin Yafayê.
9
Dotira rojê çaxê ku ew di riya xwe de bûn û nêzîkî bajêr dibûn, Petrûs saet li dora diwanzdehan derket ser banê xênî ku dua bike.
10
Ew pirr birçî bû û xwest ku tiştekî bixwe. Çaxê ku xwarin amade dikirin, ew ji ser hişê xwe çû.
11
Wî dît ku ezman vebûyî ye û tiştekî wek çarşefeke mezin, ji çar kujên xwe daleqandî, dadikeve erdê.
12
Di hundirê wê de her cûreyê heywanên çarpê, heywanên ku dişêlin û teyrên ezmên hebûn.
13
Û wî dengek bihîst ku digot: «Petrûs rabe, şerjêke û bixwe.»
14
Lê Petrûs got: «Ev ji min dûr be, ya Xudan; çimkî min tu caran tiştên murdar* an heram nexwarine.»
15
Dîsa, cara diduyan deng jê re got: «Tiştên ku Xwedê helal kirine, tu heram nehesibîne.»
16
Ev yek sê caran çêbû û ev tiştê wek çarşefê di cih de hat hilkişandin ezmên.
17
Hê ku Petrûs şaşmayî li ser wê dîtiniya ku dîtibû difikirî, ew zilamên ku Kornêlyos şandibûn, li mala Şimûn dipirsîn, mal dîtin û li ber derî rawestan.
18
Wan gazî kir û gotin: «Ma Şimûnê ku jê re dibêjin Petrûs li vir dimîne?»
19
Îcar Petrûs hê li ser dîtiniyê difikirî, Ruh ji wî re got: «Va ye, sê mirov li te digerin.
20
Niha rabe, here jêr, qet dudilî nebe û bi wan re here. Çimkî min ew şandine.»
21
Petrûs daket jêr û ji zilaman re got: «Ewê ku hûn lê digerin ez im; ma hûn ji bo çi hatine?»
22
Wan bersîv da û gotin: «Kornêlyosê sersed em şandin. Ew zilamekî rast û xwedêtirs e û ji aliyê hemû gelê Cihûyan ve li ser wî bi qencî tê peyivîn. Ji aliyê milyaketekî pîroz ve jê re hat gotin ku bişîne pey te ku tu bêyî mala wî û tiştê ku tê bêjî bibihîze.»
23
Îcar Petrûs ew gazî hundir kirin û ew kirin mêvan.
Dotira rojê ew rabû û bi wan re çû. Çend birayên ji Yafayê jî bi wî re çûn.
24
Roja din gihîştin Qeyseriyê. Kornêlyos li hêviya wan bû. Wî gazî mirovên xwe û dostên xwe yên nêzîk jî kiribû û li ba xwe civandibûn.
25
Gava ku Petrûs ket hundir, Kornêlyos ji ber ve rabû û xwe avêt ber lingên wî û periziyê.
26
Lê Petrûs ew rakir ser lingan û got: «Rabe, ez bi xwe jî mirov im.»
27
Hê ku bi wî re dipeyivî, ket hundir, dît ku gelek mirov civiyane.
28
Petrûs ji wan re got: «Hûn bi xwe qenc dizanin ku ji bo yekî Cihû çiqas ne rast e ku bi yekî ji miletên din re têkiliyê deyne an here ba wî; lê Xwedê nîşanî min da ku ez ji tu kesî re nebêjim murdar an heram.
29
Loma gava ku ez hatim gazîkirin, bêyî ku ez li hember rabim, ez hatim. Niha ez dipirsim, gelo we çima gazî min kir?»
30
Hingê Kornêlyos bersîv da û got: «Berî çar rojan, vî çaxî, saet di sisiyan de min li mala xwe dua dikir. Ji nişkê ve zilamekî cilspî li ber min rawesta
31
û got: ‹Kornêlyos, duaya te hat bihîstin û xêrên ku te kirine li ber Xwedê hatin bîranîn.
32
Îcar zilaman bişîne Yafayê û gazî Şimûnê ku jê re Petrûs dibêjin bike. Ew li ba Şimûnê çermker dimîne, mala Şimûn jî li ber deryayê ye.›
33
Ji ber vê yekê min zû şand pey te û te jî qenc kir ku tu hatî. Niha em hemû li vê derê li ber Xwedê amade ne, da ku em hemû tiştên ku Xudan li te emir kirine, bibihîzin.»
Petrûs Mizgîniyê Dide Miletên Din 
34
Petrûs jî dest bi peyivînê kir û got: «Niha bi rastî ez fêm dikim ku li ba Xwedê xatirgirtin tune.[a]
35
Lê di nav her miletî de yê ku ji wî ditirse û ya rast dike, ji wî re meqbûl e.
36
Hûn dizanin ku Xwedê peyv ji zaryên* Îsraêl re şand, bi destê Îsa Mesîhê ku Xudanê hemûyan e, Mizgîniya aştiyê* da.
37
Hûn bi bûyerên piştî ku Yûhenna ji bo imadbûnê gazî kiribû dizanin, ku çawa li Celîlê dest pê kirin û li seranserê Cihûstanê belav bûn û
38
çawa Xwedê Îsayê Nisretî bi Ruhê Pîroz û bi hêzê mesh* kir û çawa ew geriya, wî qencî kir û hemû yên ku di bin serdestiya Îblîs de bûn sax kirin. Çimkî Xwedê bi wî re bû.
39
Em ji hemû tiştên ku wî li Cihûstanê û Orşelîmê kirin re şahid in. Wan ew li xacê xist û kuştin.
40
Lê Xwedê roja sisiyan ew ji nav miriyan rakir û kir ku bi eşkereyî bê dîtin.
41
Ne ji hemû gel re, lê ji me re, ji yên ku ji berê ve ji aliyê Xwedê ve wek şahid hatibûn bijartin re eşkere kir. Piştî ku ew ji nav miriyan rabû, me bi wî re xwar û vexwar.
42
Wî li me emir kir ku em peyvê bi gel bidin bihîstin û şahidiyê bikin ku dadgerê* mirî û zindiyan ê ku Xwedê destnîşan kiriye, ew e.
43
Hemû pêxember li ser wî şahidiyê dikin, her kesê ku baweriyê bi wî bîne, bi navê wî efûbûna gunehan distîne.»
44
Hê Petrûs ev tişt digotin, Ruhê Pîroz hat ser hemûyên ku peyv bihîstin.
45
Îcar bawermendên Cihû yên ku bi Petrûs re hatibûn, şaş man ku çawa diyariya Ruhê Pîroz bi ser miletên din de jî rijiya bû.
46
Çimkî wan bihîst ku ew bi zimanên* din dipeyivin û pesnê Xwedê didin. Hingê Petrûs got:
47
«Evên ku wek me Ruhê Pîroz standine, ma kî dikare nehêle ku bi avê bên imadkirin*?»
48
Û wî emir kir ku ew bi navê Îsa Mesîh imad bibin. Hingê wan ji wî hêvî kir ku çend rojan li wir bimîne.
  1. a. 10:34 Dubarekirina Şerîetê 10:17