Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Li ser Dua û Civînê
 - 1
 - Îcar berî her tiştî ez ji we dixwazim ku ji bo hemû mirovan lava, dua, mehder* û spasî bê kirin,
 - 2
 - wusa jî ji bo padîşahan û ji bo hemû serweran bikin, da ku em bi hemû tirsa Xwedê û bi rêz û edeb jiyaneke bêhengame û bê teq û req bijîn.
 - 3
 - Li ber Xilaskarê me Xwedê ev qenc e û bi dilê wî ye;
 - 4
 - ew dixwaze ku hemû mirov xilas bibin û bigihîjin zanîna rastiyê.[a]
 - 5
 - Çimkî tenê Xwedayek heye û di nav Xwedê û mirovan de jî bi tenê navberkarek heye, ew jî Mesîh Îsayê mirov e,
 - 6
 - yê ku xwe ji bo hemûyan kir berdêl. Şahidiya ku di wextê xwe de hatiye dayîn ev e.
 - 7
 - Û ez ji bo vê yekê peyvbêj û Şandî* hatim kifşkirin – ez rast dibêjim, ez derewan nakim – ku ez ji miletan re bûme mamosteyê bawerî û rastiyê.
 - 8
 - Loma ez dixwazim ku zilam li her derê destên xwe yên ji guneh bêrî hildin, bê hêrs û bê gotûbêj dua bikin.
 - 9
 - Bi vî awayî jî bila jin bi wergirtina xwerû, bi şerm û bi edeb xwe bixemilînin, ne bi honandina porê xwe, bi zêr, an duran, an jî bi cilên biha,[b]
 - 10
 - lê bi kirinên qenc, wek li wan jinan tê, yên ku eşkere dikin ku ew di riya Xwedê de diçin.
 - 11
 - Bila jin bêdeng û tam bi guhdanê hîn bibe.
 - 12
 - Ez destûrê nadim jinê ku hîn bike, an jî serweriyê li mêran bike, lê bila bêdeng be.
 - 13
 - Çimkî pêşî Adem* hat afirandin û paşê Hawa.
 - 14
 - Adem nehat xapandin, lê jin hat xapandin û sûc kir.[c]
 - 15
 - Lê eger bi edebê di bawerî, hezkirin û pîroziyê* de bimîne, bi anîna zarokan wê xilas bibe.
 

