Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Cihê Bêedebiyê Tune 
1
Bi rastî tê gotin ku di nav we de zîna heye. Hem jî zînayek wusa ku di nav miletên xwedênenas de jî tune: Heta yekî, jina bavê xwe biriye.[a]
2
Îcar şûna ku we şîn bigirta, da ku yê ev tişt kiriye ji nav we bihata rakirin, we ne girt, bi ser de jî hûn xwe dinepixînin!
3
Bi bedenê ez ne li ba we bim jî, bi ruh ez di nav we de me. Wek ku ez di nav we de bim, min bi navê Xudan Îsa ji xwe biryara dîwana wî yê ku weha kiriye, daye.
4
Gava ku hûn bicivin û ruhê min jî bi we re, tevî hêza Xudanê me Îsa,
5
ji bo helakkirina bedenê, vî mirovî bidin destê Îblîs da ku di Roja Xudan de ruhê wî rizgar bibe.
6
Ne qenc e ku hûn pesnê xwe didin. Ma hûn nizanin ku piçek hevîrtirşk tevahiya hevîr tirş dike?
7
Xwe ji hevîrtirşkê kevin pak bikin ku hûn bibin hevîrê nû, wek ku hûn bê hevîrtirşk in. Çimkî berxê me yê Cejna* Derbasbûnê Mesîh hatiye gorîkirin*.
8
Ji ber vê yekê em cejnê, ne bi hevîrtirşkê kevin, ne bi hevîrtirşkê kîn û xerabiyê, lê belê bi nanê şkeva yê dilpakî û rastiyê bikin.[b]
9
Min di nameya xwe de ji we re nivîsî ku hûn bi zînakaran re nebin heval.
10
Ez qet li ser zînakar, çavbirçî, nijdevan û pûtperestên* vê dinyayê nabêjim. Eger wusa bûya, diviya ku hûn ji vê dinyayê derketana.
11
Lê niha ez ji we re dinivîsim, bi yekî ku bira tê gotin, lê zînakar, çavbirçî, pûtperest, çêrker, serxweş an nijdevan be, pê re têkiliyê nekin, heta bi yekî weha re xwarinê jî nexwin.
12
Ma çi karê min bi dîwankirina yên li derve heye? Ma nakeve ser we ku hûn dîwana yên hundir bikin?
13
Xwedê wê dîwana yên derve bike. «Mirovê xerab ji nav xwe derxin.»[c]
  1. a. 5:1 Dubarekirina Şerîetê 22:30
  2. b. 5:7-8 Derketin 12; 13:7
  3. c. 5:13 Ji: Dubarekirina Şerîetê 17:7