Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Yên ku Xwedê Bijartine 
1
Ez yê Mesîh, rastiyê dibêjim, ez derewan nakim û wijdana min jî bi Ruhê Pîroz vê yekê ji min re erê dike:
2
Xemgîniyeke min a mezin û di dilê min de êşeke bêrawestin heye.
3
Çimkî min dixwest ku ez ji dêl birayên xwe, hemnîjadên xwe red bibûma û ji Mesîh dûr biketama.
4
Ew Îsraêlî ne; kurîtî, rûmet, peyman*, dayîna Şerîetê, perizîn* û soz ên wan in.
5
Bav û kal, yên wan in û li gor bedenê Mesîh ji wan e. Mesîh li ser hemûyan e, Xwedayê her û her pîroz e. Amîn*.
6
Lê ev nayê wê manê ku peyva Xwedê pûç derketiye. Çimkî hemû yên ku ji dûndana* Îsraêl in, ne Îsraêlî ne.
7
Ew ji dûndana Birahîm* bin jî, hemû ne zarokên wî ne. Lê hatiye gotin: «Ji Îshaq* dûndana te wê zêde bibe.»[a]
8
Yanî ne zarokên bedenê zarokên Xwedê ne, lê belê zarokên sozê dûndan tên hesibandin.
9
Çimkî gotina sozê ev bû: «Saleke din, di vê demê de ezê vegerim û wê kurekî Sara hebe.»[b]
10
Ne bi tenê ev, lê zarokên Rebeka* jî ji yek bavî, ji bavê me Îshaq bûn.
11
-12 Hê ku zarok çênebûbûn û tiştekî qenc an xerab nekiribûn, ji wê re hat gotin ku: «Yê mezin wê ji yê biçûk re xulamtiyê bike.»[c] Ev wusa çêbû, da ku mebesta bijartina Xwedê ne li gor kirinan, lê li gor gazîkirina wî be.
13
Wek ku hatiye nivîsîn: «Min ji Aqûb* hez kir, lê ji Esaw* nefret kir.»[d]
14
Îcar em çi bêjin? Ma gelo neheqî li ba Xwedê heye? Na, tu caran!
15
Çimkî ew ji Mûsa* re dibêje:
«Yê ku ez rehmê lê dikim, ezê rehmê lê bikim
Û yê ku dilê min pê dişewite, wê pê bişewite.»[e]
16
Îcar ev ne bi xwestin û bezîna mirov, lê belê bi rehma Xwedê ye.
17
Çimkî di Nivîsara Pîroz de ji Firewn* re weha tê gotin: «Ji bo vê yekê min tu rakirî, da ku ez hêza xwe li ser te nîşan bidim û navê min li seranserê dinyayê bê danbihîstin.»[f]
18
Loma ew bixwaze rehmê li kê bike, dike û bixwaze dilê kê hişk bike, hişk dike.
Xezeb û Dilovaniya Xwedê 
19
Îcar tê ji min re bêjî: «Nexwe çima Xwedê hê li qusûra mirov dinêre? Ma kî dikare li hember daxwaza wî raweste?»
20
Lê camêr, tu kî yî ku tu li hember Xwedê bersîvê didî? Gelo tiştê ku ji herriyê hatiye çêkirin, ji yê ku ew çêkiriye re dibêje: «Te çima ez weha çêkirim?»[g]
21
Ma desthilatiya cerçêker li ser herriyê tune ku ji eynî loda herriyê firaxekê ji bo karên bi rûmet û yeke din jî ji bo karên bêrûmet çêke?
22
Eger Xwedê ji ber ku dixwest xezeba xwe nîşan bide û hêza xwe bide zanîn, bi bîhnfirehiyeke mezin li hember wan firaxên ku hêjayî xezebê ne û ji bo helakbûnê amade ne, ragirtibe*, em çi bêjin?
23
Wî wusa kir, da ku dewlemendiya rûmeta xwe ji firaxên rehmê re bide zanîn, yên ku wî ji berê ve ew ji bo rûmetê amade kirin.
24
Em jî di nav wan de ne, yên ku wî ne tenê ji nav Cihûyan, lê ji nav miletên din jî gazî kirin.
25
Wek ku ew di nivîsara Hoşêya pêxember de jî dibêje:
«Ji yên ku ne gelê min in re ezê bêjim: ‹Gelê min›
Û ji ya heznekirî re ezê bêjim: ‹Hezkiriya min.›»[h]
26
Û «li dera ku ji wan re hatiye gotin: ‹Hûn ne gelê min in›,
Li wê derê wê ji wan re bê gotin: ‹Zarokên Xwedayê jîndar.›»[i]
27
Îşaya* pêxember jî li ser Îsraêl weha diqîre: «Hejmara zaryên* Îsraêl bi qasî seylaka* ber deryayê be jî, bi tenê jêmayiyeke wan wê xilas bibe.
28
Çimkî Xudan wê fermana xwe zûka û bi carekê ser rûyê erdê pêk bîne.»[j]
29
Wek ku Îşaya ji berê ve gotiye: «Eger Xudanê Ordiyan ji me re dûndanek nehişta, emê bibûna wek Sodomê û bimînana Gomorayê.»[k] [l]
Bêbaweriya Îsraêl 
30
Îcar em çi bêjin? Ew miletên ku li pey rastdariyê neçûn, gihîştin rastdariyê, yanî gihîştin wê rastdariya ku ji baweriyê tê.
31
Lê gelê Îsraêl ê ku li pey şerîeta ku rastdariyê pêşkêş dike diçû, negihîşt wê şerîetê.
32
Çima? Ji ber ku ew ne bi baweriyê, lê belê wek ku wê bi kirinan çêbe lê geriyan. Ew li kevirê terpilînê ketin û terpilîn*.
33
Wek ku hatiye nivîsîn:
«Va ye, ez li Siyonê* kevirekî terpilînê,
Lateke hilterpilînê datînim.
Lê ku baweriyê bi wî bîne, nayê şermkirin.»[m]
  1. a. 9:7 Ji: Destpêkirin 21:12
  2. b. 9:9 Ji: Destpêkirin 18:10, 14
  3. c. 9:11-12 Ji: Destpêkirin 25:23
  4. d. 9:13 Ji: Melaxî 1:2-3
  5. e. 9:15 Ji: Derketin 33:19
  6. f. 9:17 Ji: Derketin 9:16
  7. g. 9:20 Îşaya 29:16; 45:9
  8. h. 9:25 Ji: Hoşêya 2:23
  9. i. 9:26 Ji: Hoşêya 1:10
  10. j. 9:27-28 Ji: Îşaya 10:22-23
  11. k. 9:29 Ji: Îşaya 1:9
  12. l. 9:29 Destpêkirin 19
  13. m. 9:33 Ji: Îşaya 8:14; 28:16