Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Ewlehiya Xwedê
- 1
- Madem wusa ye, çi taybetiya Cihûyan heye? An feyda sinetbûnê çi ye?
- 2
- Bi her awayî gelek e. Berî her tiştî peyvên* Xwedê li wan hatine spartin.
- 3
- Eger hinekan ji wan, bawerî* neanîbe, çi dibe? Ma bêbaweriya wan dilsoziya Xwedê betal dike?
- 4
- Na, tu caran! Bila Xwedê rast û her mirov derewker be. Çawa ku hatiye nivîsîn:
«Da ku, tu di peyvên xwe de rastdar derkevî
Û çaxê ku bêyî dîwankirin, tu bi ser bikevî.»[a] - 5
- Lê eger neheqiya me rastdariya Xwedê nîşan dide, em çi bêjin? Ma Xwedê neheq e ku xezeba xwe bîne ser me? – Ez wek mirovan dibêjim. –
- 6
- Na, tu caran! Nexwe Xwedê wê çawa dîwana dinyayê bike?
- 7
- Lê eger bi derewkariya min rastiya Xwedê ji bo rûmeta wî zêde dibe, çima ez dîsa wek gunehkarekî, sûcdar têm derxistin?
- 8
- Çima em nebêjin: «Em xerabiyê bikin, da ku qencî jê derkeve?» wek ku hinek buxtanê li me dikin û tiştên ku me negotine davêjin ser me. Cezaxwarina yên weha rast e.
- Her Kes ji Rastdariyê Bêpar e
- 9
- Îcar çi? Ma em Cihû çêtir in? Na, bi tu awayî! Çimkî me berê jî hem Cihû û hem jî miletên din sûcdar kirin ku ew hemû di bin hêza guneh de ne.
- 10
- Çawa ku hatiye nivîsîn:
«Tu kesê rast tune, tenê yek jî tune. - 11
- Tu kesê ku fêm dike tune,
Tu kesê ku li Xwedê digere tune. - 12
- Hemû ji rê derketin,
Hemû bi hev re bêkêr bûn.
Tu kesê ku qenciyê dike tune,
Yek tenê jî tune.[b] - 13
- Gewriya wan gora vekirî ye,
Bi zimanê xwe dixapînin.
Jehra marê reş di bin zimanê wan de ye.[c] - 14
- Devê wan bi nifir û tehliyê tije ye.[d]
- 15
- Lingên wan ji bo rijandina xwînê bilez in.
- 16
- Şopa wan wêranbûn û rebenî ye
- 17
- Û ew riya aştiyê nizanin.[e]
- 18
- Tirsa Xwedê li ber çavê wan tune.[f] »
- 19
- Îcar em dizanin her tiştê ku Şerîet* dibêje, ji wan mirovan re dibêje ku di bin Şerîetê de ne, da ku her dev bê girtin û hemû dinya li ber Xwedê sûcdar be.
- 20
- Çimkî bi kirina Şerîetê tu kes li ber Xwedê rastdar dernakeve. Ji ber ku bi Şerîetê guneh tê zanîn.
- Riya Rastdariyê Yek e
- 21
- Lê niha, bêyî şerîetê, rastdariya Xwedê eşkere bû û Şerîet û Nivîsarên Pêxemberan jî jê re şahidiyê dikin.
- 22
- Ev rastdariya ji Xwedê ya ku bi bawerkirina bi Îsa Mesîh e, ji bo wan hemûyan e ku bawer dikin. Çimkî tu cihêtî tune:[g]
- 23
- Hemûyan guneh kir û ji rûmeta Xwedê bêpar man.
- 24
- Ew bi kerema wî, bi rizgariya ku bi Mesîh Îsa hatiye, bê berdêl rastdar derdikevin.
- 25
- Xwedê ew ji bo wan ên ku baweriyê bînin, wek goriyeke* kefaretê bi xwîna wî pêşkêş kir. Wî ev kir, da ku dadperweriya* xwe nîşan bide, çimkî wî bi sebra xwe çavên xwe li wan gunehên ku berê hatibûn kirin neqand.[h]
- 26
- Wî ev yek kir, da ku di dema niha de rastdariya xwe eşkere bike û ew bi xwe rastdar be û yê ku baweriyê bi Îsa bîne, rastdar derkeve.
- 27
- Îcar pesindan li ku derê ma? Ew li derve ma. Bi çi qanûnê? Ma bi kirina Şerîetê? Na, lê belê bi qanûna baweriyê.
- 28
- Çimkî bîr û baweriya me ev e ku mirov bêyî kirina Şerîetê, bi baweriyê rastdar derdikeve.
- 29
- Ma Xwedê, tenê Xwedayê Cihûyan e? Ma ew ne Xwedayê miletên din e jî? Belê, ew yê miletên din e jî,
- 30
- çimkî Xwedê yek e û ewê yên sinetbûyî* ji ber baweriya wan û yên sinetnebûyî jî bi baweriyê rastdar derxe.
- 31
- Eger wusa ye, ma em bi baweriyê Şerîetê betal dikin? Na, tu caran! Lê belê em Şerîetê erê dikin.
- a. 3:4 Ji: Zebûr 51:4
- b. 3:10-12 Ji: Zebûr 14:1-3; 53:1-3; Zanebêj 7:20
- c. 3:13 Ji: Zebûr 5:9; Zebûr 140:3
- d. 3:14 Ji: Zebûr 10:7
- e. 3:15-17 Ji: Îşaya 59:7-8; Gotinên Silêman 1:16
- f. 3:18 Ji: Zebûr 36:1
- g. 3:20-22 Galatî 2:16
- h. 3:25 Goriya kefaretê: Goriyeke ku di ber gunehan tê dayîn, da ku li wan bê bihûrtin.