Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Jiyana Nû ya bi Mesîh
- 1
- Ji bo vê yekê birano, ez ji ber rehma Xwedê ji we hêvî dikim ku hûn bedena xwe wek goriyeke zindî, pîroz û ji bo Xwedê meqbûl pêşkêş bikin. Perizîna* we ya ruhanî ev e.
- 2
- Hûn li gor vê dinyayê nekin, lê belê bi nûbûna hişê xwe werin guhertin, da ku hûn fêm bikin daxwaza Xwedê – tiştên qenc, meqbûl û bêkêmahî – çi ye.
- 3
- Ez bi wê kerema ku ji min re hatiye dayîn ji her yekî ji we re dibêjim: Bila tu kes ji ya ku pêwist e zêdetir li ser xwe nefikire, lê bila li gor pîvana baweriya ku Xwedê li her kesî leva* kiriye, bi sergiranî bifikire.
- 4
- Çimkî wek ku di bedena me de gelek endam hene û karê hemû endaman cihê ye,
- 5
- wusa jî em ên ku gelek in, em bi Mesîh yek beden in û em hemû endamên hev in.
- 6
- Û li gor kerema ku ji me re hatiye dayîn, diyariyên me yên cihê hene. Eger diyariya yekî pêxemberîtî ye, bila li gor pîvana baweriyê bike.
- 7
- Eger xizmet e, bila xizmetê bike; eger mamoste ye, bila hîn bike.
- 8
- Eger şîretkar e, bila şîretkariyê bike. Yê ku dide, bila bi merdî bide. Yê ku serweriyê dike, bila bi xîretkêşî bike. Yê ku dilovaniyê dike, bila bi rûgeşî bike.[a]
- Hezkirin
- 9
- Bila hezkirin bê durûtî be. Ji ya xerab nefret bikin, xwe li ya qenc bigirin.
- 10
- Di biraheziyê de, bi dilovanî ji hevdû hez bikin. Di hurmetgirtinê de ji xwe bêtir hurmeta hevdû bigirin.
- 11
- Di xîretkêşiyê de sist nebin, di ruh de kelegerm bin, ji Xudan re xizmetê bikin.
- 12
- Di hêviyê de şa bin, di tengahiyê de sebir bikin, di duayê de bi xîret bin.
- 13
- Ji hewcedariyên pîrozan re alîkar bin, xwe bidin mêvanperweriyê.
- 14
- Yên ku tengahiyê didin we, ji wan re qenciyê bixwazin; qencîxwaz bin û nifiran li wan nekin.[b]
- 15
- Bi yên ku şa dibin re, şa bin, bi yên ku digirîn re bigirîn.
- 16
- Li hember hev hemfikir bin. Ne pozbilind bin, lê bi yên ku kêm tên dîtin re, hevaltiyê bikin; xwe zana nebînin.[c]
- 17
- Di şûna xerabiyê de li tu kesî xerabiyê nekin; lê li ber hemû mirovan hay ji kirina tiştên qenc hebin.
- 18
- Eger bibe, heta ku ji destê we bê, bi hemû mirovan re di aştiyê de bin.
- 19
- Hezkirîno, heyfa xwe nestînin, lê rê bidin xezeba Xwedê. Çimkî hatiye nivîsîn: «Heyfhilanîn ya min e. Xudan dibêje: ‹Ezê bergîdana* wê bidim.›»[d]
- 20
- Lê belê: «Eger dijminê te birçî ye, xwarinê bidê; tî ye, avê bidê. Çimkî bi kirina vê yekê, tê pelên êgir bi serê wî de kom bikî.»[e]
- 21
- Bila xerabî te bindest neke; lê belê tu bi qenciyê xerabiyê bindest bike.
- a. 12:4-8 Korîntî I, 12:4-12
- b. 12:14 Metta 5:44
- c. 12:16 Gotinên Silêman 3:7
- d. 12:19 Ji: Dubarekirina Şerîetê 32:35
- e. 12:20 Ji: Gotinên Silêman 25:21-22