Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Boriya Pêncan
- 1
- Milyaketê pêncan li boriyê xist û min stêrek dît ku ji ezmên ketibû ser rûyê erdê. Û mifta deriyê kortala* bêbinî ji stêrê re hat dayîn.
- 2
- Gava ku wê deriyê kortala bêbinî vekir, wek dûmana kûrheke mezin dûman ji çalê derket û ji dûmana çalê, roj û hewa bûn tarî.[a]
- 3
- Ji nav dûmanê kulî derketin ser rûyê erdê; wek ku desthilatiya dûpişkên erdê heye, desthilatî ji wan re jî hat dayîn.[b]
- 4
- Û ji wan re hat gotin ku ziyanê nedin giyayê erdê, ne jî tu dar û tu şînayiyê, lê ziyanê bidin wan mirovên ku mora Xwedê li ser eniya wan tune.[c]
- 5
- Destûra kuliyan hat dayîn, ku pênc mehan ezabê bidin wan, lê wan nekujin. Êşa wan wek êşa pêvedana dûpişkan bû.
- 6
- Di wan rojan de mirov wê li mirinê bigerin, lê ew tu caran wê nabînin; ewê bixwazin ku bimirin, lê mirin wê ji wan bireve.[d]
- 7
- Dirûvê* kuliyan mîna wan hespan bûn ku ji bo cengê hatine amadekirin. Li ser serê wan tiştek wek tacên zêrîn hebû û rûyê wan wek rûyê mirovan bû.[e]
- 8
- Porê wan wek porê jinan û diranên wan wek diranên şêran bûn.
- 9
- Û wek zirxên hesinî zirxên wan hebûn û dengê baskên wan mîna dengê wan erebeyan bû ku gelek hesp wan dikişînin û dibezin cengê.
- 10
- Mîna dûpişkan dûvikê wan û derziya wan hebû; û desthilatiya wan a ku pênc mehan cefayê bidin mirovan di dûvikê wan de bû.
- 11
- Û milyaketê kortala bêbinî li ser wan padîşah bû, ku navê wî bi Îbranî* ‹Abadûn› û bi Yewnanî ‹Apoliyon› e.[f]
- 12
- Waweylêya pêşî derbas bû; va ye, hê du waweylêyên din tên.
- Boriya Şeşan
- 13
- Û milyaketê şeşan li boriyê xist û min dengek ji çar strûhên* Gorîgeha* zêrîn ya ku li ber Xwedê bû, bihîst.
- 14
- Deng ji milyaketê şeşan re, yê ku borî di destê wî de bû got: «Wan çar milyaketên ku li ba çemê Firatê yê mezin girêdayî ne, veke.»
- 15
- Û çar milyaketên ku ji bo vê saetê, vê rojê, vê mehê û vê salê hatibûn amadekirin, hatin berdan, da ku sêyeka mirovan bikujin.
- 16
- Hejmara ordiyên siwarên hespan du caran deh hezar car deh hezar bû; min hejmara wan bihîst.
- 17
- Di dîtiniya* ku min dît de hesp û siwarên wan bi vî awayî xuya dibûn: Zirxên wan hebûn ku bi rengê êgir, yaqûtê ezmanî û kewkurtê bûn. Serê hespên wan wek serê şêran bû. Ji devê wan agir, dûman û kewkurt derdiket.
- 18
- Sêyeka mirovan bi van her sê belayan, bi êgir, bi dûman û bi kewkurta ku ji devê wan derdiket, hatin kuştin.
- 19
- Çimkî desthilatiya hespan di devê wan û di dûvê wan de ye. Dûvên wan mîna maran in û serê wan heye û bi van ziyanê didin.
- 20
- Û ew mirovên ku bi şûn de mabûn û bi van belayan nehatibûn kuştin, ji wan pûtên ku bi destên xwe çêdikirin, tobe nekirin. Dev ji perizîna cin û wan pûtan bernedan, yên ku zêrîn, zîvîn, tûncîn, kevirîn û darîn in û nabînin, nabihîzin û rêve naçin.[g]
- 21
- Û ji kuştin, sêrbazî, fuhûşî û diziya xwe jî tobe nekirin.
- a. 9:2 Destpêkirin 19:28
- b. 9:3 Derketin 10:12-15
- c. 9:4 Hezekiyêl 9:4
- d. 9:6 Yêremya 8:3
- e. 9:7 Yoêl 2:4
- f. 9:11 «Abadûn» û «Apoliyon»: Ev herdu nav bi mana «Wêranker» in.
- g. 9:20 Zebûr 115:4-7