Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Kitêba Morkirî û Berx 
1
Hingê min di destê rastê yê wî yê ku li ser text rûdinişt de nivîsara lihevpêçayî dît. Ew ji herdu aliyan ve hatibû nivîsîn û bi heft moran hatibû morkirin.[a]
2
Û min milyaketekî hêzdar dît ku bi dengekî bilind digot: «Kî hêja ye ku kitêbê* veke û morên wê rake?»
3
Lê ne li ezmên, ne li ser erdê û ne jî di bin erdê de tu kesî nikaribû kitêb vekira û lê binêriya.
4
Ez gelek digiriyam, çimkî kesek hêjayî peyda nebû ku kitêbê veke û lê binêre.
5
Hingê yekî ji rihspiyan ji min re got: «Negirî! Va ye, Şêrê ku ji eşîra Cihûda* ye, Rayê* Dawid* bi ser ket, ku kitêbê û heft morên wê veke.»[b]
6
Hingê li ber text û di navenda çar afirîdên* jîndar û rihspiyan de min Berxek dît, wek ku şerjêkirî be. Heft strûhên* wî û heft çavên wî hebûn. Evên ha heft ruhên Xwedê ne yên ku li seranserê dinyayê hatine şandin.[c]
7
Ew hat û kitêb ji destê rastê yê wî yê ku li ser text rûdinişt stand.
8
Çaxê wî ew stand, çar afirîdên jîndar û bîst û çar rihspî li ber Berx deverû çûn ser çokan. Di destê her yekî ji wan de çeng* û piyanên zêrîn ên tije bixûr* hebûn. Bixûr duayên mirovên pîroz in.[d]
9
Û lavijeke nû distrandin û digotin:
«Tu hêja yî ku kitêbê bistînî
Û morên wê vekî.
Çimkî tu hatî şerjêkirin
Û te bi xwîna xwe ji her bavikî, ji her zimanî,
Ji her gel û ji her miletî mirov ji Xwedê re kirrîn;
10
Û te ew ji Xwedayê me re kirin padîşahî û kahîn*
Û ewê li ser dinyayê padîşahiyê bikin.»[e]
11
Hingê min nêrî, li hawirdora text û afirîdên jîndar û rihspiyan, min dengê gelek milyaketan bihîst û hejmara wan bi hezaran hezar û bi deh hezaran deh hezar bû.
12
Bi dengekî bilind digotin:
«Berxê şerjêkirî hêja ye ku hêz,
Dewlemendî, şehrezayî, karîn, hurmet,
Rûmet û pesin bistîne.»[f]
13
Hingê min bihîst ku her afirînên li ezmên, li ser erdê, di bin erdê de û di deryayê de û hemû tiştên di wan de, digotin:
«Bila her û her pesin, hurmet, rûmet û qudret
Ji yê ku li ser text rûniştiye re û ji Berx re be!»[g]
14
Û çar afirîdên* jîndar digotin: «Amîn» û rihspî deverû çûn ser çokan û perizîn*.
  1. a. 5:1 Hezekiyêl 2:9-10
  2. b. 5:5 Binêre: Destpêkirin 49:9; Îşaya 11:1
  3. c. 5:6 Îşaya 53:7
  4. d. 5:8 Zebûr 141:2
  5. e. 5:10 Binêre: Derketin 19:6; Îşaya 61:6
  6. f. 5:12 Binêre: Dîrok I, 29:11; Îşaya 53:7
  7. g. 5:13 Binêre: Zebûr 47:8; Îşaya 6:1