Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Zebûr 97
- 1
- Serweriya Xwedê dajo, bila erd şa be,
Bila hemû keviyên deryayan şa bin! - 2
- Ewr û tarî li der û dora wî ne,
Rastdarî û dadperwerî bingeha textê wî ne. - 3
- Agir li pêş wî diçe,
Li der û dorê, dijminên wî dişewitîne. - 4
- Birûskên wî dinyayê ronahî kirin,
Erdê dît û lerizî. - 5
- Li pêş Xudan, li pêş Rebê tevê erdan,
Çiya dihelin wek şimayê. - 6
- Ezman rastdariya wî didin bihîstin,
Hemû milet berziya wî dibînin. - 7
- Hemû yên ku diperizin pûtan,
Û pesnê xwe bi pûtên pûç didin, bila şerm bikin!
Ey îlahno, biperizin Xudan! - 8
- Sîyonê bihîst û şa bû,
Keçên Cihûdayê şa bûn,
Ji ber dadbariya te, ya Xudan. - 9
- Çimkî ya Xudan, Herî Berzê dinê tu yî,
Tu li ser hemû îlahan, pirr li jor î. - 10
- Ey hûn hezkirên Xudan, nefret bikin ji xerabiyan.
Canê dilsozên xwe ew diparêze,
Ew wan azad dike, ji destê xeraban. - 11
- Ji bo rastan ronahî,
Ji bo dilpakan şahî tê çandin. - 12
- Ey yên rast, bi Xudan şa bin,
Pîroziya wî bibîr bînin û spas bikin!