Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Maskîla Eytanê Ezrahî.
- 1
- Ezê kerema Xudan her û her bi stranan bêjim,
Dilsoziya wî ji hemû nifşan re bi devê xwe bêjim. - 2
- Ez dibêjim kerema te her û her ava ye,
Dilsoziya te mayindar e, wek ezmana ye, - 3
- Te got, "Min bi bijartiyê xwe re peyman danî,
Ji evdê xwe Dawid re sond xwar: - 4
- Ezê nîjada te her û her bihêlim,
Û textê te ji bo her nifşî biparêzim." - 5
- Ezman, pesnê harîqayên te didin ya Xudan,
Di civata ezmaniyan de dilsoziya te, tê pesindan. - 6
- Ma li ezman, kî ji Xudan re heval tê nîşandan?
Di nav yên ezmanî de, kî heye wekî Xudan? - 7
- Di civata ezmaniyan de ew Xwedêyek pirr bi heybet e,
Ji hemû yên li der û dora xwe ew bêtir tirsdar e. - 8
- Ya Xudan, Xwedayê ordiyan,
Ma kî bi qasî te hêzdar e ya Xudan?
Dilsoziya te, te dipêçe. - 9
- Tu li pozbilindiya deryayê hukum dikî,
Gava ku pêl radibin tu wan didî rawestan. - 10
- Te Rahab, wek zilamekî kuştî pelçiqand,
Bi hêza zendê xwe, dijminê xwe ji hev qetand. - 11
- Ezman yên te ne, erd jî;
Dinê û tijehiya wê, te ava kir. - 12
- Bakûr û başûr te çêkir,
Çiyayên Tabor û Hermon
Bi navê te şa dibin. - 13
- Milên te hêzdar in,
Destê te xurt, destê te yê rastê bilind e. - 14
- Bingeha textê te, dadperwerî û rastdarî ye,
Kerem û dilsozî li pêş te rê ve diçin. - 15
- Xwezî bi wî gelî ku dizane bi şahî biqîre!
Û di ronahiya rûyê te de dimeşe, ya Xudan. - 16
- Tevahiya rojê bi navê te şa dibin,
Û bi rastdariya te bilind dibin. - 17
- Çimkî tu berziya hêza wan î,
Bi qenciya te, qiloçê me bilind dibe. - 18
- Çimkî mertalê me, yê Xudan e,
Padîşahê me jî, Yê Pîroz ê Îsraêlê ye. - 19
- Hingê te ji peywirên xwe re,
Bi xewnerojekê got:
"Min alîkariya mêrxasekî kir,
Di nav gel de yê bijartî bilind kir. - 20
- Min evdê xwe Dawid dît,
Bi rûnê xwe yê pîroz ew mesh* kir. - 21
- Wê destê min bi wî re be,
Milê min jî hêz bide wî. - 22
- Wê dijmin ji wî nestîne bêş,
Lawê xerabiyê wî biçûk neke. - 23
- Ezê li pêş wî bişikînim dijminên wî,
Ezê li wan xim, yên ku nefret dikin ji wî. - 24
- Wê dilsozî û kerema min bi wî re be,
Bi navê min hêza wî bilind bibe. - 25
- Ezê destê wî deynim ser deryayê,
Destê wî yê rastê deynim ser çeman. - 26
- Ewê ji min re bêje, 'Bavê min tu yî,
Tu Xwedayê min, zinarê rizgariya min î.' - 27
- Ez jî, ezê wî bikim kurê xwe yê pêşî,
Di nav padîşahên dinê de bikim yê herî bilind. - 28
- Ezê her û her kerema xwe nîşanî wî bidim,
Û peymana min her bi wî re be. - 29
- Ezê nîjada wî her û her,
Textê wî heta ku ezman hebe bihêlim. - 30
- "Eger zarokên wî dev ji şerîeta min berdin,
Û li gor dadbariyên min rêve neçin; - 31
- Eger şerîeta min xera kin,
Û emrên min negirin, - 32
- Hingê ezê serhildanên wan bi dar,
Sûcên wan bi lêdanê ceza bikim. - 33
- Belê ez kerema xwe ji wî bi şûn de nastînim,
Dilsoziya xwe li derewê venagerînim. - 34
- Peymana xwe xera nakim,
Ya ku ji lêvên min derketiye naguhêrim. - 35
- Carekê, min li ser pîroziya xwe sond xwar,
Ezê ji Dawid re derew nebêjim. - 36
- Wê nîjada wî her û her bajo,
Textê wî li pêş min wek rojê bimîne, - 37
- Wek hîva ku her û her dimîne,
Wê ezman wek şahidê dilsoz be." - 38
- Belê te, dev jê berda û ji xwe avêt,
Tu li yê xwe yê meshkirî* hatî xezebê. - 39
- Te ji peymana xizmetkarê xwe nefret kir,
Te taca wî bi axê qirêjî kir. - 40
- Te hemû dîwarên wî xera kir,
Wêran kir hemû kelehên wî. - 41
- Hemû yên ku di rê de derbas dibin wî dişelînin,
Di nav cîranên xwe de şermî bû ew. - 42
- Te destê rastê yê dijminên wî ra kir,
Te hemû dijminên wî şa kir. - 43
- Te devê şûrê wî jî, werrivand,
Û kir ku ew di şer de bişikê. - 44
- Te dawî li rewnaqiya wî anî,
Textê wî li bin gohê erdê danî. - 45
- Te rojên xortaniya wî kurt kir,
Ser wî bi şermê nixamt. - 46
- Ma heta kîngê ya Xudan?
Ma tê her û her veşêrî?
Heta kîngê wê xezeba te wek agir bişewite? - 47
- Jiyê min çiqas kurt e, bibîr bîne.
Te ji bo çi tiştên vala, mirov afirandine! - 48
- Yê ku jiyaye û mirin nedîtiye,
Yê ku ji destê diyarê miriyan canê xwe xelas kiriye, kî ye? - 49
- Ya Reb, li ku ma ew kerema te ya pêşî?
Ya ku te bi dilsoziya xwe ji Dawid re sond xwaribû! - 50
- Ya Reb, riswabûna evdên xwe bibîr bîne,
Ez loma hemû miletan,
Di dilê xwe de hildigirim. - 51
- Dijminên te bi wê tinazên xwe kirin ya Xudan,
Bi wê, bi şopên mesha* te tinazên xwe kirin. - 52
- Xudan her û her pîroz be!
Amîn û amîn.