Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Ji bo şefê muzîkê, Zebûra lawên Korah.
- 1
- Ya Xudan, tu ji diyarê xwe razî mayî,
Te Aqûb ji surgûnê bi şûn ve anî. - 2
- Te gunehê gelê xwe bexişand,
Hemû sûcên wan nuxumand. - 3
- Te, hemû xezeba xwe da alî,
Dev ji kela hêrsa xwe berda. - 4
- Ey Xwedayê rizgariya me, me bizivirîne,
Hêrsa xwe ya li hember me daxîne! - 5
- Ma tê her û her hêrs bibî li me?
Û hêrsa te bajo li hember hemû nifşên me? - 6
- Da ku gelê te bi te şa be,
Tê me cardin nevejînî? - 7
- Ya Xudan kerema xwe nîşan bide me,
Rizgarkirina xwe bide me! - 8
- Xwedê Xudan çi bêje ezê gohdar bim;
Ewê ji gelê xwe û dilsozên xwe re aştiyê bêje,
Da ku ew, cardin venegerin bêaqiliyê. - 9
- Rizgarkirina wî, nêzikî wan e ku ji wî ditirsin,
Da ku keremê li diyarê me bide rûniştin. - 10
- Wê hezkirin û kerem bigihîjin hev,
Aştî û rastdarî, ramûsin hev. - 11
- Wê rastî li erdê şîn bibe,
Rastdarî ji jor ve binêre. - 12
- Wê Xudan ya qenc bide,
Û axa me berê xwe bide. - 13
- Wê rastdarî li pêş wî bimeşe,
Û ji gavên wî re rê çêke.