Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Ji bo şefê muzîkê, Li ser Gîttît, Zebûra Asaf.
- 1
- Ji bo Xwedayê ku hêza me hemûyan e, bi dengekî bilind şahiya xwe bînin ziman,
Bi şahî biqîrin ji bo Xwedayê Aqûb! - 2
- Li tefê xin,
Li çenga dengxweş, li lîrê xin. - 3
- Di heyva nû de, di heyva çardehşevî de,
Li boriyê xin, di roja cejnê de. - 4
- Çimkî ev, qanûneke ji bo Îsraêl,
Dadbariyeke Xwedayê Aqûb e. - 5
- Dema ku Xwedê li hember Misirê meşiya,
Wî ev ji bo Ûsîv wek qanûn danî.
Li wir, min zimanekî ku min pê nizanibû bihîst: - 6
- "Min pişta te, ji bar dûr kir,
Destên te ji selikê azad bûn, - 7
- Te di tengahîyê de bang kir, min te azad kir,
Piştî avêtina birûskê min tu bersîvand,
Di ava Merîvayê de min tu ceriband. - 8
- Gohdar be ey gelê min, ez te hişyar dikim;
Ey Îsraêl, te ez gohdarî bikirama! - 9
- Wê di nav we de îlahên xerîb nebin,
Hûnê neperizin îlahek din! - 10
- Yê ku te ji diyarê Misirê deranî,
Xwedayê te, Xudan ez im.
Devê xwe baş veke ez dagirim! - 11
- "Belê gelê min, gohê xwe neda min,
Û Îsraêlê ez nexwestim. - 12
- Min jî ew bi dilê wan ê hişk ve hêşt,
Da ku ew bi şîretên xwe rêve herin. - 13
- Xwezî gelê min, gohê xwe bida min,
Û Îsraêl di riyên min de bimeşiya! - 14
- Minê zû dijminên wan nizim bikira,
Li hember neyarên wan destê xwe rakira! - 15
- Yên ku ji min nefret dikin, wê serî li ber min danîna,
Wê ev rewşa wan her û her bajota. - 16
- Minê genimê herî baş bi we bida xwarin,
Bi hingivê ji zinar, we bida têrkirin."