Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Maskîla Asaf.
- 1
- Ey gelê min, goh bide şîreta min,
Xwar bike gohê xwe li ber peyvên min. - 2
- Ezê bi meselan devê xwe vekim,
Sirrên demên berê bi ta ve vekim, - 3
- Me ew bihîst û pê deranî,
Û bav û kalên me ji me re gotin. - 4
- Emê wan ji kurên te veneşêrin;
Emê pesnê Xudan,
Hêza wî û karên wî yên nedîtî,
Ji nîfşên bê re bêjin. - 5
- Xudan, rêznameyek ji bo Aqûb deranî,
Û li Îsraêlê şerîetek danî.
Wî li bav û kalên me emir kir,
Da ku wan fêrî zarokên xwe bikin. - 6
- Ji bo ku, nifşên bê, zarokên nûbûyî bizanin,
Wan ji zarokên xwe re bêjin, - 7
- Bila hêviya xwe bi Xwedê ve girêdin,
Karên Xwedê ji bîr nekin,
Rêzikên wî bînin cîh; - 8
- Bila wek bav û kalên xwe serhişk û serhildar nebin,
Ew nifş ku, bi ruhê xwe û bi dilê xwe,
Ji Xwedê re dilsoz nebû. - 9
- Zaryên Efraîm ên bi tîr û çekdar,
Di roja şer de şûn ve vegerîn. - 10
- Wan peymana Xwedê negirt,
Û nexwestin li gor şerîeta wî rê ve herin. - 11
- Wan karên wî jibîrkirin,
Karên nedîtî yên ku wî nîşanî wan da. - 12
- Li diyarê Misirê, li deşta Soanê,
Wî li pêş bav û kalên wan, karên nedîtî kir. - 13
- Wî derya qelaşt û ew derbas kirin,
Wî avan, wek dîwarekî rawestan. - 14
- Bi roj wî bi ewran,
Bi şev, bi ronahiya agir rê nîşanî wan da. - 15
- Li çolê wî zinar qelaştin,
Wek ku ji kûrahiyan tê,
Wî têra wan av bi wan da vexwarin. - 16
- Wî ji zinaran av deranî,
Wek çeman av herikand. - 17
- Belê wan li çolê, cardin li hember wî guneh kirin,
Li hember Yê Berz îsyan kirin. - 18
- Xwarina ku dilê wan diçûyê xwestin,
Di dilê xwe de Xwedê ceribandin. - 19
- Li hember Xwedê peyivîn û gotin,
"Ma Xwedê dikare li çolê sifrê deyne. - 20
- Binêre, li zinar xist avê avêt,
Lehî rabûn.
Ma dikare nan jî bide?
Ma dikare goşt jî bide gelê xwe?" - 21
- Xudan ev bihîst û gellek hêrs bû,
Li hember Aqûb bû agir,
Û li Îsraêlê hêrs bû; - 22
- Çimkî wan ji Xwedê bawer nekir,
Û bi rizgarkirina wî ewle nebûn. - 23
- Xwedê emir kir li asîmanê jor,
Û deriyên asîman vebûn; - 24
- Ji bo xwarinê, wî Mann bi ser wan de barand,
Genimê asîman da wan. - 25
- Heryekî ji wan, xwar nanê hêzdaran,
Heta ku ew têr bibin ji wan re xwarin şand. - 26
- Wî li asîman bayê rojhilat rakir,
Bi hêza xwe, rê da bayê başûr. - 27
- Wî goşt wek tozê,
Çûkên bi bazk wek qûma deryayê bi ser wan de barand; - 28
- Wan ew kir nav konên xwe,
Danîn dora ciyên lê diman. - 29
- Bi vî awayî xwarin pirr têr xwarin,
Xwedê bi cih anî ya ku xwestin. - 30
- Hê îştaha wan li cih,
Xwarina wan di devê wan de bû, - 31
- Hêrsa Xwedê li hember wan rabû.
Yên herî hêzdar kuşt,
Mêrxasên Îsraêlê li erdê hêşt. - 32
- Li gel vê dîsa jî guneh kirin,
Ji karên Xwedê yên ecêb bawer nekirin. - 33
- Loma Xwedê rojên wan bi valahiyê,
Salên wan bi sawê qedand. - 34
- Gava wî ew dikuştin, ew li wî digeriyan,
Ew poşman dibûn û bi dilxwazî bi pey Xwedê diketin. - 35
- Bibîr dianîn ku Xwedê zinarê wan bû,
Xwedayê berz rizgarkarê wan bû. - 36
- Bi devê xwe, xwe bi wî xweş dikirin,
Bi zimanê xwe jê re derew dikirin. - 37
- Çimkî dilê wan bi wî re ne rast bû,
Bi peymana wî ve ne girêdayî bûn. - 38
- Belê Xwedê dilovan bû,
Li fesadiya wan diborî, ew nedişandin helaqê;
Gellek caran wî digirt hêrsa xwe,
Wî nîşan nedida tevahiya xezeba xwe. - 39
- Bibîr dîanî ku ew mirov in,
Wek bayê derbas dibin û nazivirin. - 40
- Gellek caran li çolê serî li ber wî hildidan,
Li dera tenha ew hêrs dikirin! - 41
- Gellek caran wan Xwedê diceriband,
Pîrozê Îsraêlê diêşand. - 42
- Wan bibîr nedianî destê wî,
Û roja ku ew ji dijmin xelas dikirin, - 43
- Çawa li Misirê elamet nîşanî wan dida,
Li deşta Tsoanê karên nedîtî dikir. - 44
- Wî çem û newalên Misirê,
Ji bo ku venexwin, vegerand xwînê. - 45
- Mêşên ku wî şand nav wan, xwarin canê wan,
Wî şand beqan, beqan welat qedand. - 46
- Wî zadê wan da cûbiran,
Keda wan da kuliyan. - 47
- Wî rezê wan bi teyrokê,
Darên hêjîran, bi qeşayê kuşt. - 48
- Wî pezê wan spart zîpikê,
Keriyên wan da ber brûskên xerakir. - 49
- Wî hêrsa xwe ya sorbûyî,
Xezeb, xişim û belayê,
Partek milyaketên xerabiyê şand. - 50
- Wî rê li ber hêrsa xwe vekir,
Canê wan, ji mirinê nedirixand,
Jiyana wan da destê webayê. - 51
- Li Misirê hemû nuxiriyan,
Li konê Ham, li zarokên pêşî xist. - 52
- Wî gelê xwe wek mêşinan bir,
Wî li çolê ew wek keriyekî ajotin. - 53
- Wî ew bi ewlehî rêve birin, netirsiyan;
Deryayê dabiland dijminê wan. - 54
- Wî ew anîn sînorê axa xwe ya pîroz,
Anî çiyayê ku destê wî yê rastê qezenc kiribû. - 55
- Wî milletan, qewirand ji pêş wan,
Wî axa wan par kir,
Li konên wan,
Eşîrên Îsraêlê cîwar kir. - 56
- Herçî ew in, wan Xwedayê berz diceriband,
Serî hildidan,
Şehadeta wî nedigirtin. - 57
- Wek bav û kalên xwe şûn ve vedigerîn, bêbextî dikirin,
Wek kevanek xapînok xwar diçûn. - 58
- Bi pûtên xwe yên qewirandî ew didexisandin,
Bi cihên wan ên bilind, ew hêrs dikirin, - 59
- Xwedê ev bihîst û hat xezebê,
Îsraêlê bi tevahî red kir. - 60
- Konê ku li nav mirovan danîbû,
Warê Şîlo terikand. - 61
- Wî hêza xwe şand surgûnê,
Bedewiya xwe da destê dijmin. - 62
- Gelê xwe di şûr re derbas kir,
Li mîrasa xwe hat xezebê. - 63
- Agir xortên wan xwar,
Strana dîlanê ji keçên wan re nehat gotin. - 64
- Kahînên wan bi şûr ketin,
Jinebiyên wan nikaribûn bigirîn. - 65
- Hingê Reb wek ku ji xewê hişyar bibe,
Wek zilamê ku ji ber şerabê diqîre, hişyar bû. - 66
- Li dijminên xwe xist û belav kir,
Wî rûreşiyeke herheyî da wan. - 67
- Û Xwedê dûndana Ûsîv red kir,
Efrayîm eşîra xwe nebijart; - 68
- Tenê Cihûda eşîra xwe,
Çiyayê Sîyonê yê ku jê hez dike bijart. - 69
- Perestgeha xwe wek bilindahiyan,
Wek dinya ku herheyî ava kiribû, çêkir. - 70
- Û wî evdê xwe Dawid bijart,
Wî ew ji hewşa miyan, - 71
- Ji wê dera ku wî li mêşinan dinihart, hilda.
Da ku ew bibe şivanê gelê wî Aqûb,
Şivanê mîrasa wî Îsraêlê. - 72
- Hingê Dawid bi durustî ji wan re bû şivan,
Bi hunerê destê xwe rê nîşan da li ber wan.