Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Zebûra Asaf, lavij.
- 1
- Em ji te re spas dikin ey Xwedê,
Em spas dikin, çimkî navê te nêzik e,
Karên te yên nedîtî, vê didin xuyan: - 2
- "Dema ku min kifş kiriye bê,
Ezê bi rastiyê dadbar bikim, - 3
- Erd û hemû yên lê rûniştî heliyan,
Stûnên wê min şidand. - 4
- Ji yên ku pesnê xwe didin re, min got, 'Pesnê xwe nedin.'
Ji xeraban re, min got, 'Qiloçên xwe ranekin!' " - 5
- Qiloçê xwe jor ve ranekin,
Nepeyivin, serî rakirî! - 6
- Çimkî ne li dera ku roj hiltê û ne jî li dera ku diçe ava,
Ne jî ji çola çiyan dadbarî tê. - 7
- Dadger tenê Xwedê ye,
Yekî nizim dike, yê din bilind dike. - 8
- Di destê Xudan de kase heye,
Ji şereba kefdayî û tevlihev;
Ew dirêje û tije dike kasê,
Hemû xerabên ser rûyê erdê, vedixwin ji retma wê. - 9
- Ezê her û her vê bikim ilam,
Pesnê Xwedayê Aqûb bidim bi lavijan: - 10
- "Ezê hemû hêza xeraban bişikînim,
Belê wê hêza rastan bilind bibe."