Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Şîgayona Dawid a ji Xudan re.
- 1
- Ez xwe dispêrim te ya Xudanê min,
Xelas ke min ji wanên ku ketine pey min.
Azad ke! - 2
- Eger ku nebe xelaskarekî min,
Wek şêran,
Wê perçe bi perçe bikin canê min. - 3
- Ya Xudan Xwedê, eger min ev kiribe:
Eger di destê min de, hebe neheqî, - 4
- Bêbextî kiribe min bi dostê xwe re,
Û bê sedem şêlandibe dijminê xwe, - 5
- Bila bi pey min bikeve dijminê min,
Min bigire û li erdê xe,
Bipelêxe canê min,
Û binpê ke rûmeta min. - 6
- Bi hêrs rabe, ya Xudan!
Bilind bibe li hember xezeba dijminên min!
Hişyar bibe ji bo min!
Edaletê tu emir bike. - 7
- Bila li te bicivin, koma netewan hawirdor,
Tu wan îdare bike ji qata jor. - 8
- Li miletan hukum dike Xudan,
Li min jî hukum bike ya Xudan!
Li gor rastî û durustiya min. - 9
- Ey Xwedayê rast!
Bila dawiya xerabiya xeraban bê,
Belê rastan ava ke.
Tu ku, dil û aqilan diceribînî. - 10
- Xwedê mertalê min e,
Xelaskarê dilpaqijan e. - 11
- Dadgerek rast e Xwedê,
Erê Xwedayek ku, her roj hêrsê dibarîne. - 12
- Eger ku venegere însan,
Xwedê tûj dike şûran,
Bi kişandina kevan, rast dike li armancan. - 13
- Amade ne çekên wî yên mirinê,
Tîrên wî yên şewitandinê. - 14
- Va ye yê xerab êşa xerabiyê dikişîne,
Bi xerabiyê bi hemle,
Derewan tîne. - 15
- Bîrek kola û ew veda,
Bi xwe ket çala ku veda. - 16
- Xerabiya wî tê serê wî,
Zordariya wî ket ser wî. - 17
- Sipasdar im ji bo rastiya Xudan,
Lavijan dibêjim ji bo navê wî yê mezin.