Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Ji bo şefê muzîkê, Zebûra Dawid, lavij.
- 1
- Bila Xwedê rabe, dijminê wî belav bibin,
Yên ku jê nefret dikin, ji ber wî birevin! - 2
- Bila wan belav ke, wek dûyê belavbûyî;
Wek şimaya ku li ber agir dihele,
Bila yên xerab li ber Xwedê nemînin! - 3
- Bila yên rast şa bibin,
Li pêş Xwedê bikin şahî,
Bi şabûnê bihna xwe vedin. - 4
- Ji Xwedê re lavijan bêjin, pesnê navê wî bidin,
Ji siwarê ku çolê derbas dibe re, rê çêkin;
Navê wî Xudan e, li pêş wî bikin cejn! - 5
- Xwedê, li warê xwe yê pîroz,
Bavê sêwiyan, xwedanê jinebiyan e. - 6
- Xwedê, mala bêkesan ava dike,
Dîlan dertine firehiyê,
Belê serhildêr li dera ziwa rûdinên. - 7
- Ey Xwedê, gava ku tu derketî pêşberî gelê xwe,
Çaxê tu li çolê rêve çûyî, - 8
- Erd hejiya,
Asîman li pêş Xwedê dilop kir,
Li pêş Xwedê, li pêş Xwedayê Îsraêlê,
Sîna jî lerizî. - 9
- Te baranên baş barandin, ey Xwedê,
Gava ku westiya, te hêz da axa xwe. - 10
- Gelê te li wê derê rûnişt,
Te qenciya xwe, ji dilşikestiyan re amade kir, ey Xwedê. - 11
- Reb ku da ferman,
Ordiyeke jinan mizgînî da: - 12
- "Direvin, direvin padîşahên ordiyan!
Jinên malê, parî dikin malê talanê. - 13
- Heta ji bo yên we yên li gomê vezeliyayî,
Kevokeke bazkzîvîn,
Û purtên wê bi zêrê zer rapêçandî heye." - 14
- Gava ku Karîndar, padîşah belav kirin,
Tê bêjî, li Çiyayê Salmonê berf dibariya. - 15
- Çiyayê Basan çiyayê berz e!
Çiyayê Basan bilind û bi gopît e! - 16
- Ey çiyayên bilind, bo çi hûn awiran didin,
Çiyayê ku Xwedê ji bo xwe bijartiye?
Erê, wê Xudan her û her li wê derê rûnê. - 17
- Erebên Xwedê yên şer bîst hezar, hezar caran hezar in,
Reb di nav wan de ye, wek Sînayê di nav pîroziyê de ye. - 18
- Tu hilkişiyayî jor, te yên dîl, dîl kirin,
Ya Xudan Xwedê, ji bo ku tu li wê derê rûnêyî,
Te ji mirovan û heta ji serhildêran jî diyarî sitandin. - 19
- Rebê ku her roj barê me dikişîne,
Xwedayê ku rizgariya me ye, pîroz be. - 20
- Xwedayê me Xwedayê rizgarkirinê ye,
Tenê Rebê me Xudan, dikare ji mirinê xelas bike. - 21
- Belê Xwedê serê dijminên xwe, serê wan ê bi pirç,
Serê yên ku di nav gunehan de digerin dipelçiqîne. - 22
- Reb got, "Ezê wan ji Basanê şûn ve bînim,
Ezê wan ji kûrahiya deryayan şûn ve bizivirînim, - 23
- Da ku, tu lingê xwe di xwînê bidî, wan bipelçiqînî,
Da ku zimanê seyê wan, ji dijminê te para xwe bistînin." - 24
- Ey Xwedê, wan meşa te ya karwanî dît,
Wan dît ku Xwedayê min, padîşahê min ket dera pîroz. - 25
- Di nav keçên ku li tefê dixin de,
Li pêş yên ku dixwînin, li paş yên ku li saz dixin meşiyan. - 26
- "Ey hûn, yên ku ji kaniya Îsraêl in,
Di civînên xwe de pesnê Xwedê, pesnê Xudan bidin!" - 27
- Padîşahê wan Benyamînê biçûk,
Bi zilamên xwe re serokên Cihûdayê,
Serokên Zebûlûn, serokên Naftalî li wir in! - 28
- Xwedayê te, hêza te emir kir,
Ya ku te ji bo me kirî, asêtir bike, ey Xwedê! - 29
- Ji bo xatirê perestgeha te ya li Orşelîmê.
Wê diyariyan ji te re bînin padîşah. - 30
- Heywanê kûvî yê ku di nav çilqan de dijî,
Kulinçeyên zîv di bin lingan de dipelçiqîne.
Tu erzê garana ga û golikên miletan bişikîne,
Miletên şerhez ji hev biqetîne! - 31
- Wê ji Misirê diyarî werin,
Hebeş, wê zû destê xwe ji Xwedê re vekin. - 32
- Ey padîşahiyên erdê, ji Xwedê re lavijan bêjin,
Bi lavijan pesnê Reb bidin, - 33
- Ji yê li ezmanan, li ezmanên kevin siwar bûye re lavijan bêjin.
Va ye dengê wî, dengê wî yê bi hêz bilind dibe! - 34
- Hêza Xwedê binasin;
Berziya wî li ser Îsraêlê ye,
Hêza wî li ezmanan. - 35
- Tu çi bi heybet î, ey Xwedê, li perestgeha xwe!
Xwedayê Îsrailê, ku hêz û pêkarî dide gelê xwe,
Pîroz be!