Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Ji bo şefê muzîkê, bi sazên bi têl, Zebûr, lavij.
- 1
- Xwedê li me were rehmê û me pîroz ke,
Ji bo me bibiriqîne rûyê xwe. - 2
- Da ku li ser rûyê erdê riya te,
Di nav hemû miletan de rizgariya te bê zanîn. - 3
- Bila gel ji te re spas bikin ey Xwedê,
Hemû gel ji te re spas bikin! - 4
- Bila milet şa bin û bi şahî biqîrin,
Çimki tu bi rastiyê miletan dadbar dikî,
Tu rêberiya miletên li ser rûyê erdê dikî. - 5
- Bila gel ji te re spas bikin ey Xwedê,
Bila hemû gel ji te re spas bikin! - 6
- Rûyê erdê berê xwe da,
Xwedê, Xwedayê me, wê me pîroz bike. - 7
- Wê Xwedê me pîroz bike,
Çaraliyên dinê wê ji wî bitirse!