Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Ji bo şefê muzîkê, lavij, Zebûr.
- 1
- Ey tevahiya rûyê erdê,
Bi şahî ji bo Xwedê biqîrin! - 2
- Ji navê wî yê berz re lavijan bêjin,
Pesnê wî berz bikin! - 3
- Ji Xwedê re bêjin, "Karên te çiqas mezin in!
Ji ber hêzdarî û mezinbûna te,
Wê serî li ber te deynin, dijminên te. - 4
- Wê hemû dinya biperize te,
Wê ji te re lavijan bêjin,
Lavijan bêjin ji bo navê te." - 5
- Werin, karên Xwedê bibînin!
Çi karên mezin kir li nav mirovan. - 6
- Wî derya zivirand reşahiyê,
Gelê wî peya derbas bû ji çem.
Em li wê derê, bi kirina wî şa bûn. - 7
- Bi hêza wî, serwerî her û her dajo,
Çavên wî bi baldarî li ser miletan e;
Bila serhildêr xwe bilind mekin! - 8
- Ey gelno, Xwedayê me pîroz bikin,
Dengê pesnê wî bidin bihîstin. - 9
- Ew e, yê ku jîna me diparêze,
Ew e, yê ku nahêle lingê me bişemite. - 10
- Te em ceribandin, ey Xwedê,
Wek ku zîv tê paqijkirin, te em paqij kirin. - 11
- Te em kirin dehfikê,
Û te barê giran da pişta me. - 12
- Te siwar kir, mirovan li stûyê me,
Em ketin agir û avê,
Lê te em derxistin firehiyê. - 13
- Bi goriyên şewitandî ezê bikevim mala te,
Ezê, sozên xwe bînim cih, - 14
- Di tengahiyê de lêvên min ew anî ziman,
Û devê min got. - 15
- Bi dûmana beranên şewitandî û pezên qelew,
Ezê goriyên şewitandinê pêşkişî te bikim,
Ezê ga û nêriyan ji te re pêşkiş bikim. - 16
- Werin gohdar bin, ey hûn hemû yên ku ji Xwedê ditirsin,
Ez ji we re bêjim, ka ji bo canê min çi kir. - 17
- Min bi devê xwe gazî wî kir,
Û ew bi zimanê min hat berzkirin. - 18
- Eger min di dilê xwe de cih bida fesadiyê,
Reb ez nedibihîztim. - 19
- Belê Xwedê ez bihîztim,
Goh da dengê dua min. - 20
- Xwedê pîroz be,
Çimkî bi şûn ve nezivart dua min,
Ji min nedirixand kerema xwe.