Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Ji bo şefê muzîkê, bi meqamê Yedûtûn, Zebûra Dawid.
- 1
- Canê min, tenê bi aramî li benda Xwedê ye,
Rizgariya min bi wî ye. - 2
- Ew e zinar û rizgariya min,
Birca min a bilind ew e, ez nahejim. - 3
- Wek dîwarek xwarbûyî, wek sêncek ji ciyê xwe çûyî,
Heta kîngê, hemû bi hev re,
Ji bo pelçiqandinê,
Hûnê êrîş bikin ser wî? - 4
- Tenê ew, wî ji şerefa wî xistinê dişêwirin.
Ji derew zewk distînin.
Bi devê xwe xêr û dûa dikin,
Di dilê xwe de nalet dikin. - 5
- Ey canê min, tu tenê bi aramî Xwedê bipê,
Çimkî hêviya min ew e. - 6
- Zinar û hêviya min ew e,
Birca min a bilind ew e, ez nahejim. - 7
- Rizgarî û berziya min bi Xwedê ye,
Zinarê hêza min, dera stara min Xwedê ye. - 8
- Ey gelê min, hergav tu bi wî ewle be,
Dilê xwe birêje ber wî,
Çimkî Xwedê stargeha me ye. - 9
- Zarokên xelqê tenê hilmek in,
Beyzade jî derew,
Gava ku ketin mêzînê,
Herdû jî siviktir in ji hilmê. - 10
- Pişta xwe nedin zordariyê, pesnê xwe nedin bi talanê,
Serwet zêde bibe jî, dilê xwe pê ve girê nedin. - 11
- Xwedê carekê got,
Min ev du car bihîst:
Hêz ya Xwedê ye, - 12
- Kerem jî ya te ye, ya Reb!
Çimkî li gor karê wan, tu bergîdanê didî hemû kesan.