Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Ji bo şefê muzîkê, di meqamê "Xera Neke" de Mîktama Dawid.
- 1
- Ey desthilatdarno, ma hûn edaleta rast dibêjin?
Ma hûn, mirov bi rastiyê dadbar dikin? - 2
- Na! Hûn bi dil neheqiyê dikin,
Li nav welat, hûn zordariya destê xwe datînin mêzînê. - 3
- Xerab hê ji malzaroka dê xerab in,
Bi bûyina xwe re derew dibêjin, averê dibin. - 4
- Jehra wan wek jehra mar e.
Gohê xwe digirin, wek koremarên kerr in. - 5
- Ew koremar ku,
Dengê efsûnkar û sêrbazên hunermend nabihîze. - 6
- Ey Xwedê, tu bişikêne diranê devê wan,
Ya Xudan, bişikêne kêlbên şêran! - 7
- Bila wek ava ku diherike, nemînin.
Bila serê tîrê wan şikandî be, gava ku kevanê xwe dişidînin. - 8
- Bila bibin wek şeytanokê ku dihelin û diçin.
Wek zarokê ji ber jinê çûyî, rûyê rojê nebînin. - 9
- Hê ku beroşên wan, agirê striyan nebihîstine,
Çi terr û çi jî hişk, wê bi bagerê bipengizin. - 10
- Zilamê rast, wê bi dîtina tolsîtandînê şa be,
Wê bi xwîna xeraban lingên xwe bişo. - 11
- Hingê wê mirov bêjin: "Rast e, perrûya yê rast heye,
Rast e, Xwedayek ku dinê dadbar dike heye."