Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Ji bo şefê muzîkê, bi tembûrên bi têl Maskîla Dawid.
- 1
- Ey Xwedê goh bide dua min,
Pişta xwe nede lavakirina min! - 2
- Li min baş gohdarî bike, bersîv bide min.
Ez şaş bûme, min aciz dikin fikrên min. - 3
- Ji dengê dijmin, ji tada xeraban;
Çimkî tengahiyê didin min,
Bi hêrs davêjin ser min. - 4
- Dilê min ji kûr ve dinale,
Sawa mirinê ket ser min. - 5
- Tirs û lerizînê ez girtim,
Sawê ez rapêçam. - 6
- Min got, "Xwezî wek kevokê bazkên min hebûna!"
"Ezê bifirîma û rihet bibûma. - 7
- Ezê birevîma derên dûr,
Minê li çolê daniya. - 8
- Li hember bager û babelîskan,
Ezê zû biçûma dereke bi star." - 9
- Ya Xudan, tu şaş bike xeraban tevlihev bike zimanê wan,
Çimkî min li bajêr şer û zordarî dît. - 10
- Bi şev û bi roj li ser bircên bajêr digerin,
Bajêr, ku fesadî û xerabî tije ye. - 11
- Xerabî di nav bajêr de ye,
Hîle û zordarî ji kuçên wê dernayê. - 12
- Yê ku tehn li min dida dijmin bûya,
Minê di ber xwe bida;
Yê ku li ber min pozbilindiyê dikir dijmin bûya,
Minê xwe ji ber veşarta. - 13
- Belê tu bûyî, yê ji min re yeksan,
Hevalê min, dostê ji dil û can. - 14
- Me bi hev re bi şîrînî hevaltî dikir,
Bi civatê re em diçûn mala Xwedê. - 15
- Bila mirin ji nişka ve bê ser wan,
Bi saxî herin diyarê miriyan;
Çimkî xerabî di mala wan, di dilê wan de ye. - 16
- Ez bangî Xwedê dikim,
Xudan min xelas dike. - 17
- Bi şev, bi roj û êvarê ji kedera xwe dinalim,
Ew dibihîze dengê min. - 18
- Wî ez ji şerê li hember min,
Bi aştî xelas kir canê min,
Çimkî zêde bûn, yên ku şer dikirin bi min. - 19
- Xwedayê ku ji her û her ve li textê xwe rûniştî,
Wê wan bibihîze û bipelçiqîne.
Ew ku, naguherin,
Û natirsin ji Xwedê. - 20
- Hevriyê min êrîşî hevalê xwe kir,
Peymana ku wî çêkiribû, xera kir. - 21
- Ji devê wî hingiv dibare,
Belê dilê wî tije şer e.
Gotinên wî ji rûn nermtir,
Belê ji şûr tûjtir in. - 22
- Tu barê xwe ji Xudan re bihêle,
Ewê te li ser lingan bihêle.
Ew tucar nahêle,
Ku yê rast bikeve. - 23
- Belê tu, ya Xwedê, tê wan bavêjî korta mirinê,
Wê zilamên xwînî û hîlekar, nîvê rojên xwe nebînin tucar;
Herçî ez im, min xwe spartiye te.