Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- dema Netan pêxember hat ba wî.
- 1
- Ey Xwedê, li gor kerema xwe,
Ber min bikeve;
Bi pirrbûna dilovaniya xwe,
Paqij bike serhildanên min. - 2
- Bi tevahî min bişo ji sûcê min,
Min paqij ke ji gunehê min. - 3
- Çimkî ez dizanim serhildanên xwe,
Hergav li pêş min e sûcê min. - 4
- Li hember te, tenê min li ber te sûc kir,
Min ya ku, li pêş çavê te xerab bû kir.
Îcar tu, di gotinê de mafdar,
Di dadbarkirinê de rastdar î. - 5
- Va ye ez, di nav sûc de hatim dinê,
Dayika min, di nav guneh de bi min ducan ma. - 6
- Madem tu ji dil û can rastiyê dixwazî,
Şahrezayiyê têxe, kûrahiya dilê min. - 7
- Min bi zûfa bişo da ku ez pak bibim,
Min bişo da ku ez ji berfê spîtir bibim. - 8
- Kêf û şahiyê bi min bide bihîstin,
Da ku şa bin hestiyên ku te pelçiqandin. - 9
- Ruyê xwe binixême li hember gunehên min,
Paqij bike hemû sûcên min. - 10
- Ey Xwedê, tu dilekî pak bide min,
Nû û zexim bike, ruhê hundirê min. - 11
- Min ji huzûra xwe navêje,
Ruhê xwe yê pîroz ji min nestîne. - 12
- Şahiya rizgarkirina xwe, bi şûn ve bide min,
Bi ruhekî dilxwaz tu bike piştgiriya min. - 13
- Ezê riyên te, hînî serhildêran bikim,
Û ewê gunahkar, dîsa li te vegerin. - 14
- Tu min xelas bike ji xwînrêtinê,
Ey Xwedayê min, Xwedayê rizgarkirinê,
Bila zimanê min, bi lavijan pesnê xelaskirina te bide. - 15
- Ya Reb, veke lêvên min,
Bila devê min, pesnê te bide bihîstin. - 16
- Çimkî tu hez nakî ji qurbanê,
Razî nabî bi şewitandina gorîdanê,
An na, minê ji te re pêşkiş bikira. - 17
- Qurbana ku tu qebûl dikî ruhê şikestî ye,
Ey Xwedê, tu dilê şikandî û tobekar biçûk nabînî. - 18
- Bi kerema xwe qencî bike bi Siyonê,
Ji nû ve ava bike sûrên Orşelîmê. - 19
- Hingê qurbanên ku rast tên dayin,
Ji hemû goriyên şewitandinê,
Tê kêf bistînî;
Hingê li gorîgeha te, wê conega bên gorîkirin.