Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Zebûr 43
- 1
- Li doza min binêre ey Xwedê,
Min biparêze li hember bêwefayan,
Azad ke, ji hîlekar û neheqan. - 2
- Çimkî tu Xwedayê min, tu stara min î;
Te çima ez avêtim?
Çima ezê di bin zora dijminên xwe de,
Şîndar bigerim? - 3
- Tu ronahiya xwe, rastiya xwe bişîne,
Bila ji min re bibe rêber,
Min bibin çiyayê te yê pîroz û warê te. - 4
- Hingê ezê herim gorîgeha Xwedê,
Bi şahî biçim ba kaniya dilgeşiya xwe Xwedê,
Û ji te re ey Xwedê, Xwedayê min,
Bi çengê spas bikim. - 5
- Tu çima xemgîn î ey canê min,
Bo çi dinalî hundirê min?
Hêviya xwe bi Xwedê ve girêde,
Çimkî ezê dîsa jê re spas bikim;
Ew e rizgarkar û Xwedayê min.