Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Ji bo şefê muzîkê, ji bo Yedûtûn, Zebûra Dawid.
- 1
- Min got, "Ezê li riyên xwe miqate bim,
Bi zimanê xwe guneh nekim;
Heta li pêş min be zilamê xerab,
Ezê devê xwe girêdim, nedim cewab." - 2
- Min devê xwe girt û ez hiş bûm,
Ji bo qenciyê jî min bêdengî bijart.
Êşa min çîk da, - 3
- Dilê min di hundurê min de keliya,
Ji kûr fikirînê, agir û pêt da,
Min bi zimanê xwe got: - 4
- "Dawiya min ji min re bêje ya Xudan,
Rojên min ên jimartî;
Ka ez bizanibim, ji bo min çiqas kurt e jiyan! - 5
- Te jînek bi qasî bihuştê da min,
Tişt nîne, li pêş te jîna min.
Heta her kesê hêzdar,
Tenê hilmek e. - 6
- "Wek siyekê digere însan,
Beredayî dixebite,
Mal dide ser hev, nizane ku wê ji kî re bimîne. - 7
- "Û niha ya Reb, ez li benda çi me?
Hêviya min tu yî. - 8
- Tu azad ke min, ji hemû serhildanên min,
Min riswa neke li pêş ahmeqan. - 9
- Ez hiş bûm, min girt devê xwe;
Çimkî te ev kir. - 10
- Dûr bike ji min lêdana xwe,
Sîla te ez telef kirim. - 11
- Ji ber gunehê wan,
Tu ceza dikî mirovan,
Wek bizûzê diqedînî, ya ku ezîz e li ber dilê wan.
Ya rast, herkes tenê hilmek e. - 12
- "Dua min bibihîze ya Xudan,
Goh bide feryada min,
Bêdeng nemîne li hêstirên çavê min!
Çimkî ez xerîb im li ba te,
Wek bav û kalên xwe, mêvan im li ber te. - 13
- Tu çavên xwe ji ser min bide alî,
Da ku ez bextiyar bibim, beriya çûna wî alî!"