Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Ji bo şefê muzîkê, ji bo bibîranînê, Zebûra Dawid e.
- 1
- Bi hêrsa xwe li min nehilê ya Xudan,
Bi xezeba xwe min perwerde neke! - 2
- Tîrên te li min ketin,
Û destê te bi giranî li ser min. - 3
- Ji ber xezabe te, nema sihet di bedena min,
Ji ber gunehê min, nema rihetî di hestiyê min. - 4
- Çimkî gunehên min, zêde bûn ji serê min,
Wek barekî giran, giran bûn li ser pişta min. - 5
- Ji ber bêaqiliya min,
Birînên min bi kul û kêm in. - 6
- Ez xwar û piştxuz bûm,
Tevê rojê digerim şîndar. - 7
- Çimkî ez dişewitim ji ber agir,
Vê jî siheta bedena min bir. - 8
- Nema taqeta min, ez pirr pelçiqîm.
Nalînên min, ji ber êşa dilê min. - 9
- Ya Xudan, tu dizanî bi hemû daxwaza min,
Ji te ne veşartî ne, nalînên min. - 10
- Dilê min lêdixe, hêza min kêm dibe,
Ronahiya çavan nema li ba min. - 11
- Dost û hezkirên min, direvin ji birîna min,
Bi ser min nakevin merivên min. - 12
- Yên li kuştina min digerin, danîn li ber min kozik,
Yên li xesara min digerin, gotinên xerab dibêjin.
Şeveroj hîle difikirin. - 13
- Belê ez wek kerrekî nabihîzim,
Wek bêzimanekî devê xwe venakim; - 14
- Wek yekî ku nabihîze,
Û di dev de bersîva wî tune. - 15
- Çimkî hêviya min tu yî, ya Xudan,
Tê bidî bersîva min, ya Reb Xwedayê min! - 16
- Çimkî min got, "Bila bi halê min nebin kêfxweş,
Pozbilindiyê nekin bi şemitîna lingê min!" - 17
- Ez dikim bikevim,
Êşê daye dilê min. - 18
- Ez bi devê xwe dibêjim sûcê xwe,
Bi keder im ji ber gunehê xwe. - 19
- Belê dijminên min bi hêz û li ser xwe ne,
Yên ku bi neheqî ji min nefret dikin zêde ne. - 20
- Yên ku li hember qenciyê dikin xerabî, ji bo min bûne dijmin,
Ji ber ku ez li gor qenciyê dikim. - 21
- Tu min bernede, ya Xudan!
Ey Xwedayê min, dûr nemîne ji min! - 22
- Bazde alîkariya min,
Ya Xudan, tu yî rizgariya min.