Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Zebûra Dawid.
- 1
- Ya Xudan, yên ku bela xwe di min didin tu bide bela wan.
Yên ku bi min re şer dikin tu bike şerê wan! - 2
- Tu hilde mertalê biçûk û mertalê mezin,
Rabe were alîkariya min! - 3
- Rahêje rim û misasa xwe, pêşî li yên ku dane pey min bibire,
Ji canê min re bêje,"Ezê te xelas kim!" - 4
- Yên ku li kuştina min digerin, bila rezîl û riswa bibin!
Yên ku li xerabiya min digerin, bila bi şermî şûn ve vegerin! - 5
- Bila bibin wek hurikê kayê yê li ber bayê,
Milyaketê Xudan bi pey wan bikeve! - 6
- Bila tarî û şematok be riya wan,
Milyaketê Xudan bide pey wan! - 7
- Çimkî, bêsedem wan di çalê de li pêş min dafik danî,
Bêsedem wan, ji bo canê min çalik kolan, - 8
- Bila bê haypêketina wan, felaket bê serê wan,
Tora ku veşartine, bibe sedemê girtina wan,
Û bîne felaketa wan. - 9
- Hingê ezê bi Xudan şa bim,
Bi xelaskirina wî bibînim şahî. - 10
- Bi hemû dilê xwe weha bêjim:
"Ma kesî wek te heye ya Xudan,
Te xelas kir bindest ji destê zordaran,
Bindest û hejar ji şêlînkaran?" - 11
- Şahidên derewîn radibin,
Ya ku ez nizanim ji min dipirsin. - 12
- Di ber qenciya min de, dikin xerabî,
Da ku canê min bêhêvî bihêlin. - 13
- Min ku di nexweşîna wan de şêl li xwe dikir,
Bi rojîgirtinê xwe diêşand,
Û hergav dua dikir. - 14
- Li hember wan ez dost bûm, min ew bira didîtin,
Wek yê ku ji bo diya xwe şînê digire,
Bi şînê ez piştxûz bûm. - 15
- Belê bi terpilîna min, kêfxweş bûn û li hev civiyan,
Bêyî ku ez bizanibim, yên nizim li hember min civiyan,
Bê rawest buxtanan avêtin ser min. - 16
- Wek qeşmerên qirêjî yên ziyafetan,
Wan diran li min qirqiçand. - 17
- Tê heta kîngê li vê yekê temaşe kî ya Xudan?
Xelas ke canê min ji êrîşan,
Jiyana min ji destê şêrên ciwan! - 18
- Di civîna mezin de ezê şikir bikim ji bo te,
Li pêş hemûyan bidim pesnê te. - 19
- Bila şa nebin yên ku bêsedem bûne dijminên min,
Yên ku bêsedem ji min nefret dikin,
Bila ji hev re çav nekin. - 20
- Çimkî ew nabêjin gotina aştiyê,
Li hember yên ku rihet sekinî ne dikin hîlebaziyê. - 21
- Li hember min devê xwe fireh vekirin:
"Ox! Ox!" dibêjin, "Li wî binêrin!" - 22
- Ya ku çêbû, te dît ya Xudan, bêdeng nemîne,
Ya Reb tu ji min dûr nemîne! - 23
- Ya Xwedayê min, ya Rebê min,
Dest rake, hişyar be ji bo maf û doza min! - 24
- Li gor edaleta xwe tu min mafdar derîne, ya Xudan Xwedayê min,
Bila kes şa nebe bi halê min! - 25
- Bila di dilê xwe de nebêjin:
"Ox! Ev bû daxwaza me!"
Li pey min nebêjin:
"Me serê wî xwar!" - 26
- Bila şerm bikin yên ku şa dibin bi rewşa min a xerab,
Ruyê wan sor bibe;
Yên ku li ber min pozbilindiyê dikin,
Rezîl û şermî bibin. - 27
- Yên ku diparêzin doza min a mafdar,
Bila şa bin, dilşa bin;
Û bila hergav bêjin:
"Xudanê ku ji aştiya evdê xwe xweş e, mezin e!" - 28
- Wê zimanê min edaleta te bêje,
Tevahiya rojê pesnê te bide.