Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Ji bo şefê muzîkê, Zebûra Dawid.
- 1
- Ya Xudan, ez xwe disipêrim te.
Tu min nede şermê tu caran!
Bi dadperiya xwe azad ke min! - 2
- Goh bide min,
Zû bigihîje, xelas ke min;
Ji bo min bibe birceke hêzdar,
Ji bo xelaskirina min bibe mal û star! - 3
- Çimkî tu yî zinar û keleha min,
Ji bo xatirê navê xwe,
Pêşengiyê bike, bibe rêber ji bo min. - 4
- Ji dahfika ku ji bo min kolane, min dûr bigire,
Çimkî tu yî keleha min. - 5
- Ez ruhê xwe bi destê te ve berdidim,
Ya Xudan, Xwedayê rastiyê, te ez rizgar kirim. - 6
- Ez ji yên ku xwe dispêrin pûtên derewîn nefret dikim,
Belê xwe dispêrim Xudan. - 7
- Bi kerema te ezê şa û dilgeş bim,
Çimkî tu halê min ê ketî dibînî,
Bi tengahiyên ku ez tê de me dizanî, - 8
- Te ez nekirim destê dijmin,
Te fireh kir ciyê lingê min. - 9
- Li min were rehmê ya Xudan, çimkî ez dikişînim tengahiyan,
Çavê min, canê min, dilê min hişk dibe ji kederan. - 10
- Jiyana min bi êşê dibore,
Bi axîn derbas dibin salên min,
Ji ber gunehan qels dibe hêza min,
Û hişk dibin hestiyên min. - 11
- Ji ber dijminên xwe,
Ez rûreş bûm li pêş cîranên xwe.
Li ber nasên xwe ez bûm tirsdar;
Yên ez li derve dîtim ji ber min kirin firar. - 12
- Wek miriyekî ji dil dûr, hatim jibîrkirin,
Û bûm mîna derdaneke şikestî. - 13
- Min pistepista gellekan bihîst,
Ji her alî ve tirs,
Li hember min bûn yek,
Ji bo sitandina canê min çêkirin dolap û dek. - 14
- Belê ez bi te ewledar bûm ya Xudan,
Ez dibêjim,"Xwedayê min tu yî." - 15
- Jiyana min bi te ye,
Xelas ke min ji destê dijminan,
Û yên ku bi pey min ketine. - 16
- Bila rûyê te ronahî bide evdê te,
Bi kerema xwe min azad ke! - 17
- Min nede şermê ya Xudan, çimkî banga min li te ye;
Bila xerab şerm bikin, li diyarê miriyan dengê wan bê birrîn. - 18
- Ew lêvên derewîn bila bên girtin;
Ew ku, bi quretî û bi neheqî
Li hember yê rast,
Bi bêarî dipeyivin. - 19
- Çi mezin e qenciya te ya Xudan,
Tu wê vedişêrî ji bo yên ku ji te ditirsin,
Li pêş çavê her kesî,
Li yên ku xwe dispêrin te, tu dikî qenciyan. - 20
- Li hember fenên mirovan,
Bi aştiya xwe ya parastinê, tu wan dinixêmî;
Li hember zimandirêjiyan,
Tu wan vedişêrî li holikê. - 21
- Pesin ji Xudan re,
Çimkî li bajarê dor lê pêçayî,
Kerema xwe ya rewnaq nîşanî min da. - 22
- Min di nav lezûbeza xwe de gotibû,
"Ez ji dîwana te hatim avêtin!"
Belê bi gazîkirina te ya alîkariyê,
Te hawara min bihîst. - 23
- Ji Xudan hez bikin, ey hûn evdên wî yên dilsoz!
Xudan yên dilsoz diparêze,
Bi zêdebarî ji heqê pozbilindan tê der. - 24
- Ey hûn yên ku hêviya xwe girêdane bi Xudan,
Hêzdar û bizirav bin!