Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûra Dawid. 
1
Ez te bilind dikim ya Xudan,
Çimkî te ez xelas kirim,
Te dijminên min bi min neda şakirin.
2
Ya Xudan Xwedayê min,
Min li te kir hawar, te şîfa da min.
3
Ya Xudan, te canê min derxist ji diyarê miriyan,
Da ku ez nekevim gorê te da min jiyan.
4
Ey hûn dilsozên Xudan, pesnê wî bidin bi îlahiyan,
Ji bîranîna navê wî yê pîroz re şikir bikin.
5
Çimkî ji bo gavakê ye hêrsa wî,
Her û her e kerema wî;
Belkî bi şev girîn e,
Belê serê sibê şên û şahî ne.
6
Min di firehiyê de got,
"Ezê tu caran nehejim!"
7
Bi kerema xwe ya Xudan,
Te ez bêleq kirim wek çiyan;
Gava te rûyê xwe nixamt,
Ez ketim tirs û sawan.
8
Ya Xudan ez gazî te dikim,
Ji te dikim lava:
9
"Eger dakevim gorê,
Bi kêrî çi tê xwîna min?
Ma ax ji bo te dibe spasdar,
Ji bo dilisoziya te dibe agahkar?
10
Bibihîze ya Xudan, li min were rehmê;
Ya Xudan ji min re bibe alîkar!"
11
Te şîna min ji bo min kir dîlan,
Şêla min deranî, ez bi şahî rapêçam.
12
Da ku, dilê min bi îlahiyan pesnê te bide, nesekine!
Ya Xudan Xwedayê min, ezê her û her ji te re bibim spasdar.