Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Zebûra Dawid.
- 1
- Ey hebûnên ezmanî,
Pesnê hêz û berziya Xudan bidin, - 2
- Pesnê mezinahiya navê Xudan bidin.
Di rewneqiya wî ya pîroz de, li ber Xwedê herin ser çokan. - 3
- Dengê Xudan li ser avan e,
Xwedayê berziyê digurme,
Xudan li ser gellek avan e. - 4
- Dengê Xudan hêzdar e,
Dengê Xudan haşmetkar e. - 5
- Dengê Xudan darên sedîr dişikêne,
Sedirên Lubnanê dike par bi par. - 6
- Û ew Lubnanê wek golik,
Çiyayê Sîrîonê wek mozikê boxê kuvî hildavêje. - 7
- Dengê Xudan wek brûskê davêje,
- 8
- Dengê Xudan çolê dihejîne,
Xudan çola Qadeşê dihejîne. - 9
- Dengê Xudan xezalan dide zayin,
Pelên daristanan diweşîne.
Li perestgeha wî herkes "Berzî" diqîre. - 10
- Xudan li ser tofanê li textê xwe rûnişt,
Ewê her û her padîşah bimîne. - 11
- Xudan hêz dide gelê xwe,
Gelê xwe bi aştî pîroz dike!