Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûra Dawid. 
1
Ya Xudan, ez gazî te dikim,
Ey zinarê min, tu negire gohê xwe li min;
Eger tu gohê xwe nedî min,
Ezê bibim wek wanên ku dişeqitin gorê.
2
Gava ku min li te kir hawar,
Destên xwe vekir li pêş perestgeha te ya pîroz,
Bibihîze dengê hawara min.
3
Min bi xerab û fesadîkiran re,
Neke eynî mêzînê.
Ew ji cîranên xwe re aştî dibêjin,
Belê di dilê wan de xerabî heye.
4
Li gor kirinên wan, li gor karên wan ên xerab bide wan;
Li gor karên destê wan, ya ku heq kirine tu bide wan.
5
Madem ku ew bala xwe nadin karên destê wî,
Û nahesibînin kirinên Xudan,
Ewê hilweşîne, ava neke wan.
6
Pîroz be Xudan,
Çimkî wî bihîst dengê hawara min.
7
Hêz û mertalê min e Xudan,
Dilê min bi wî ewle, bi wî alîkarî dît.
Bi şabûna dilê xwe,
Spas dikim jê re bi îlahiyan.
8
Xudan, hêza gelê xwe ye,
Kela rizgariya mesîhê xwe ye.
9
Gelê xwe rizgar ke, mîrasa xwe pîroz ke;
Şivantiyê bike li wan û hergav hilgire wan!