Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûra Dawid. 
1
Min mafdar derîne ya Xudan,
Çimkî ez di riya rast de meşiyam;
Bê çivçivandin min baweriya xwe anî bi Xudan.
2
Min biceribîne ya Xudan, min îmtihan bike.
Dilê min, fikrên min sihêtî bike.
3
Çimkî hezkirina te ye hergav li pêş çavê min,
Dilsoziya te rêberî dike li min.
4
Rûneniştim ez li ba derewkaran,
Û min neda pey durûyan.
5
Nefret dikim ez ji koma xeraban,
Tu car nakevim nava fesadan.
6
Min bi bêsûcî şûştin destê xwe,
Ezê bigerim li dora perestgeha te ya Xudan,
7
Heta ku ez bibîhîzim dengê te yê bi şûkran,
Û herîqayên te bikim îlan.
8
Ez hez dikim ya Xudan ji mala te,
Li dera ku rawestî berziya te.
9
Tu nestîne canê min bi gunehkaran,
Û jiyana min bi xwînxwaran.
10
Yê wan, xerabî ye di destê wan,
Destê wan ê rastê tije ye bi bertîlan.
11
Belê ez dijîm bi durustî,
Min xelas ke, ber min bikeve tu jî.
12
Lingê min li dera rast e.
Di civatê de ezê pesnê te bidim ya Xudan.