Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Zebûra Dawid.
- 1
- Ya Xudan, ez bi canê xwe nêzikî te dibim,
- 2
- Ey Xwedê, ez bi te ewle me, min nede şermê,
Bila dijminên min nekenin bi min! - 3
- Hemû yên ku bi hêvî ne, wê şermî nebin;
Yên ku bêsedem çavsorî dikin, wê bibînin şermê. - 4
- Ya Xudan, tu hînî min bike riyên xwe,
Nîşanî min bide aliyên xwe. - 5
- Bi rastiya xwe rê nîşanî min bide, ji bo min bibe hîndar.
Çimkî tu yî ji bo min Xwedayê rizgarkar.
Hêviya min hergav tu yî. - 6
- Ya Xudan, heskirin û dilovaniya xwe bibîr bîne;
Çimkî ew ji berê ve hene. - 7
- Gunehên min ên xortaniyê û serhildanên min bibîr neyne,
Li gor kerema xwe,
Ji bo qenciya xwe min bibîr bîne ya Xudan. - 8
- Rast û qenc e Xudan,
Ji ber vê yekê rê nîşan dide li ber gunehkaran. - 9
- Di riya edaletê de, ew e ji bo nefsbiçûkan rêber,
Ew riya xwe nîşanî wan dide her û her. - 10
- Ji bo yên ku peyman û şahidiya wî digirin,
Hemû riyên Xudan kerem û rastî ne. - 11
- Ji bo navê xwe ya Xudan,
Tu gunehê min bibexşîne, çimkî gellek mezin e. - 12
- Her kî ku bitirse ji Xudan,
Ew hînî wî dike riyan. - 13
- Ewê bi firehî bijî ew însan,
Nîjada wî mîras bistîne erdan. - 14
- Sira Xudan ji bo wan e ku ji wî ditirsin,
Ew wan haydar dike ji peymana xwe. - 15
- Çavê min hergav li Xudan e,
Çimkî ew lingê min dertîne ji toran. - 16
- Li halê min binêre, li min were rehmê;
Çimkî ez bindest û bêkes im. - 17
- Zêde dibe tengahiya dilê min,
Tu xelas ke min ji derdê min. - 18
- Binêre li ketin û êşên min,
Bibexşîne hemû gunehan li min! - 19
- Li dijminên min binêre, ku çiqas pirr bûn,
Bi çi awayî nefret dikin ji min. - 20
- Biparêze canê min, min azad ke!
Min şermî neke, çimkî ez xwe dispêrim te. - 21
- Bila rastî û durustî min biparêze,
Hêviya min hergav tu yî. - 22
- Ey Xudan, biparêze Îsraêlê,
Ji hemû tengahiyan!