Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Zebûra Dawid.
- 1
- Xudan şivanê min e,
Çênabe kêmahiya min. - 2
- Min vedizelîne li ser mêrgên şîn,
Li qeraxên avên aram, min dide meşîn. - 3
- Teze dike canê min,
Bi saya navê xwe min di riyên rast de dide meşîn. - 4
- Ez di newala mirinê ya tarî re derbas bim jî,
Natirsim ji xerabiyê.
Çimkî tu bi min re yî, tu yî li ba min.
Çoyê te, darê te rihetiyê dide min. - 5
- Li pêş dijminên min tu ji min re datînî sifrê,
Û tu bi rûn dikî serê min,
Difûre kasa min. - 6
- Wê di hemû jîna min de,
Qencî û kerem li pey min bimeşe.
Û ezê hergav di mala Xudan de rûnêm.