Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Ji bo şefê muzîkê, Zebûra Dawid.
- 1
- Xwedayê min, Xwedayê min, te çima ez berdam?
Çima tu dûr î,
Ji rizgarkirina min, ji nalînên gotina min? - 2
- Ey Xwedayê min, ez bi roj gazî te dikim, tu nadî bersîva min,
Û bi şevan, nîne tu rihetiya min. - 3
- Herçî tu yî, tu pîroz î.
Li ser textê pesindana Îsraêl î. - 4
- Bi te ewle bûn bav û kalên me.
Xwe spartin te, te ew azad kirin. - 5
- Bi lavakirina te rizgar bûn,
Bi te ewle bûn, şermî nebûn. - 6
- Ez ne mirov im, kurmê axê me.
Milet min biçûk dibîne, rûreşê xelqê me. - 7
- Tinazan bi min dike kesê ku min dibîne,
Dibişire, serê xwe dihejîne û dibêje: - 8
- "Xwe spartiye Xudan, ka bila wî azad ke,
Madem Xudan jê hez dike, bila wî xelas ke!" - 9
- Tu yî, yê ku ez deranîm ji malzaroka dê,
Te ez parastim li ber pêsîra dê. - 10
- Ji bûyinê ve ez hatime spartin li te,
Hê ji malzarokê ve, Xwedayê min tu yî. - 11
- Ji min dûr nekeve, çimkî nêzik e tengahî
Nîne kesê ku bike alîkarî. - 12
- Boxeyan dor pêçane li min,
Boxeyên Başan ên hêç, dor girtine li min. - 13
- Wek şêrê ku bi humîn perçe dike nêçîra xwe,
Vekirine li min devê xwe. - 14
- Ez hatim rêtin wek avê,
Hemû hestiyên min derketin ji movikan,
Dilê min wek şimayê, dihele di hundirê min de. - 15
- Wek perçê qafikê, ziwa bû hêza min,
Zeliqî ziman, bi ezmanê devê min;
Te ez danîm ser axa mirinê. - 16
- Dora min pêça kuçikan,
Hawirdor girtin xeraban,
Dest û lingên min qul kirin. - 17
- Dikarim bijmêrim hemû hestiyên xwe,
Çavê xwe zoq kirine, li min dinêrin. - 18
- Li hev par dikin kincên min,
Pişk davêjin li ser lîbasê min. - 19
- Belê tu ya Xudan, dûr nemîne;
Ey hêza min, zû alîkariyê bi min bigîhîne! - 20
- Tu canê min ji şûr,
Canê min ji pença kuçikê azad ke! - 21
- Tu min ji devê şêr xelas ke,
Erê, te ji qiloçên boxê kûvî,
Bersîva min da! - 22
- Ezê navê te ji birayên xwe re bêjim,
Li nav civatê pesnê te bêjim. - 23
- Ey hûn, yên ji Xudan ditirsin, jê re şûkûr bikin!
Ey hûn, hemû nîjada Aqûb, wî berz bikin!
Ey hûn, hemû nîjada Îsraêl, jê bitirsin! - 24
- Çimkî wî, derdê yê ketî kêm nedît û dil jê neqeliqî,
Berê xwe lê nezivart;
Gava ku lê kir hawar, ew bihîst. - 25
- Di civata mezin de şikirkirina min ji te re ye,
Li pêş yên ku ji te ditirsin, ezê sozên xwe bînim cih. - 26
- Wê yên feqîr bixwin û têr bibin,
Yên li Xudan digerin wê pesnê wî bidin.
Bila dilê me her û her bijî! - 27
- Wê çar aliyên dinê bibîr bîne û vegere Xudan,
Û hemû milet wê li pêş te herin ser çokan. - 28
- Çimkî padîşahî ya Xudan e,
Karê wî serweriya hemû miletan e. - 29
- Wê hemû dewlemendên dinê têr bibin,
Û li ber wî herin ser çokan.
Hemû yên ku diçin axê,
Û yên ku nikarin ji mirina xwe re bibin asteng,
Wê li pêş wî herin ser çokan. - 30
- Nifşên bê, wê ji wî re bikin evdî,
Wê Xudan, ji nifşên pêş re bê gotin. - 31
- Ewê bên,
Kirin û edaleta wî,
Ji gelê ku hê çênebûye re bêjin.