Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Zebûr 2
- 1
- Çi ye ev kelîna gelan,
Vala fikirîna miletan? - 2
- Padîşahên dinê radibin ser lingan,
Desthilatdar, li hember Xudan û meshkiriyê* wî,
Ava dikin yekîtiyan û dibêjin: - 3
- "Em biqetînin girêdanên wan
Ji ser xwe bavêjin benê wan." - 4
- Ji textê ezmanan dikene bi wan,
Şa dibe Xudan bi kirina wan. - 5
- Hingê wê bi hêrs ji wan re bêje,
Bi xezeba xwe wan têxe dehşetê: - 6
- "Ez im, yê ku padîşahê xwe,
Li ser çiyayê pîroz, Siyonê da rûniştin." - 7
- Ezê qanûna Xudan bidim belavkirin,
Wî ji min re got, "Tu yî kurê min.
Îro ez ji te re bûm bav." - 8
- Ji min bixwaze, ezê wek mîras miletan,
Bi milkî çar kujên dinê bidim te. - 9
- Tê bi darê hesin wan bişikînî,
Wek derdanek kûzçêker, ji hev biqetînî. - 10
- Ey padîşahno, êdî bi aqil bin!
Ey serokên dinê, dersê hilînin! - 11
- Bi tirs ji Xudan re bibin xizmetkar,
Bilerizîn, bibin bextiyar. - 12
- Kur maç bikin, da ku hêrs nebe,
Kes ji we, li ser rê tune nebe.
Çimkî bi derbekê radibe hêrsa wî,
Xwezî bi wan, ku xwe avêtine wî.