Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûr 149 
1
Pesnê Xudan bidin!
Lavijeke nû ji Xudan re bêjin,
Di civata dilsozên wî de,
Bi lavijan pesnê wî bidin!
2
Bila Îsraêl bi afirandarê xwe şa be,
Bila gelê Sîyonê bi padîşahê xwe dilgeş be!
3
Bila bi reqisînê pesnê navê wî bidin,
Bila bi tef û bi çengê jê re bistirin!
4
Çimkî Xudan ji gelê xwe razî ye,
Ew nefsbiçûkan bi taca serketinê dixemlîne.
5
Bila dilsozên wî bi berzî û bi şahî kêf bikin,
Bila li ser nivînên xwe bi şahî bistirin!
6
Pezindana Xwedê di devê wan de,
Şûrê du devî di destê wan de,
7
Da ku ji miletan heyfê bistînin,
Û gelan ceza bikin,
8
Padîşahên wan bi zincîran,
Pêşewayên wan bi lelên hesin girê din!
9
Da ku, biryara nivîsandî di nav wan de rêve bibin!
Ev, şerefa hemû dilsozên wî ye.
Pesnê Xudan bidin!