Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûr 146 
1
Pesnê Xudan bidin,
Ey canê min pesnê Xudan bide.
2
Heta ez hebim, ezê pesnê Xudan bidim,
Heta ez bijîm, ezê ji Xwedayê xwe re lavijan bêjim.
3
Bi mîran,
Bi mirovên ku nikarin we xelas kin ewle nebin.
4
Gava ku ew dimirin, ew dizivirin axê,
Wê rojê planên wan diqedin.
5
Xwezî bi wan ku alîkarê wan Xwedayê Aqûb e,
Hêviya wan bi Xwedayê wan Xudan e.
6
Ew ku, wî erd û ezman,
Derya û hemû tiştên tê de afirand,
Ew hergav sozên xwe digire.
7
Ew heqê bindestan hiltîne,
Û xwarinê dide birçiyan,
Azad dike hêsîran.
8
Xudan çavên koran vedike,
Xudan yên piştxûz rast dike,
Xudan ji rastan hez dike.
9
Xudan xerîban diparêze,
Ji sêwî û jinebiyan re dibe alîkar,
Û riya xeraban şaş dike.
10
Serweriya Xudan her û her berdewam e,
Ey Siyon, Xwedayê te ji bo hemû nifşan e.
Pesnê Xudan bidin.