Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Lavija Dawid a pesindanê.
- 1
- Ey Xwedayê min, ey padîşah, ezê te berz bikim,
Ezê ji navê te re her û her spas bikim. - 2
- Ezê her roj pesnê te bidim,
Ezê her û her pesnê navê te bidim. - 3
- Xudan mezin e û hêjayî pesindanê ye,
Aqil nagihîje mezinahiya wî. - 4
- Kirinên te ji nifşekî derbasî yê din dibin,
Karên te yên hêzdar wê bên ragihandin. - 5
- Wê mirov, karên te yên mezin, berz û rewnaq bipeyivin,
Ezê li ser karên te yên ecêb bifikirim. - 6
- Wê li ser hêzdariya karên te yên bi haşmet bifikirin,
Ez jî, ezê mezinbûna te bidim bihîstin. - 7
- Ewê bîranîna qenciya te ya mezin bidin bihîstin,
Bi lavijan pesnê rastdariya te bidin. - 8
- Xudan keremdar û dilovan e,
Zû hêrs nabe, kerema wî mezin e. - 9
- Xudan, ji bo her kesî qenc e,
Dilovaniya wî, di ser hemû karên wî re ye. - 10
- Hemû karên te, ji te re spasdar in, ya Xudan,
Hemû dilsozên te, didin pesnê te. - 11
- Li ser berziya padîşahiya te tê peyivîn,
Hêzdariya te tê axaftin. - 12
- Da ku herkes bi karên te yên hêzdar,
Haşmet û berziya padîşahiya te bizanibe. - 13
- Padîşahiya te padîşahiya her û her e,
Herdem dajo serweriya te.
Xudan, di hemû sozên xwe de dilsoz e,
Di her karên xwe de dilovan e. - 14
- Xudan ji her kesê ketî re dibe destek,
Hemû yên xwarbûyî rast dike. - 15
- Çavê her kesî li te ye,
Tu xwarina wan, di wextê de didî wan. - 16
- Tu destên xwe vedikî,
Daxwaza her jiyandarî bi cih tînî. - 17
- Xudan di hemû riyên xwe de dadperwer e,
Di hemû karên xwe de keremdar e. - 18
- Xudan nêzikî wan hemûyan e, ku bang dikinê,
Ew yên ku, ji dil bang dikinê. - 19
- Ew, daxwaza yên ku jê ditirsin tîne cih,
Feryada wan dibihîze û wan rizgar dike. - 20
- Xudan, hemû yên ku jê hez dikin diparêze,
Û hemû xeraban tune dike. - 21
- Devê min, pesnê Xudan dide!
Bila her û her hemû jiyandar,
Pesnê navê wî yê pîroz bidin.