Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Maskîla Dawid, gava ku li şikeftê dua dikir. 
1
Ez bi dengê xwe hawar dikim li Xudan,
Bi dengê xwe ji Xudan re lava dikim.
2
Ez dirêjim ber wî, gazinên xwe,
Li pêş wî dibêjim, tengahiyên xwe.
3
Gava ku ruhê min di hundirê min de dixeriqe,
Tu bi riya min dizanî.
Li ser riya ku ez dimeşiyam, bi dizî dafik danîn.
4
Li aliyê min ê rastê binêre û bibîne,
Tu kes min nahesibîne,
Dera ku ez xwe bispêrimê nema,
Tu kes bala xwe nade min.
5
Ez li te dikim hawar, ya Xudan:
Min got, "Stargeha min,
Li diyarê jîndaran, para min tu yî."
6
Goh bide hawara min,
Çimkî ez pirr neçar im;
Tu min, ji yên ku min dipelçiqînin azad ke,
Çimkî ew xurttir in ji min.
7
Tu min ji zîndanê derîne,
Da ku ez spasî bidim navê te.
Hingê wê yên rast bipêçin dora min,
Çimkî tê qenciyê bikî bi min.